Li gor statîstîkan di nav dewletên dinyayê de hejmarên pênaberan herî zêde li Tirkîyê ne. Ev yek jî bi xwe re kêşeyên civakî derdixe.
Ji van pirsgirêkan yek jî kêşeya tendirustîya pênaberan e. Li 29 bajarên Tirkîyê jibo xizmetdayîna saxlemîya pênaberên Sûrî 178 Navendên Saxlemîya Koçberan hatine vekirin ku bi aktîfî dixebitin.
Jiber şerê navxweyî yê Sûrîyê ji sala 2011’an vir ve 3 mîlyon û 738 hezar û 32 kes ji Sûrîyê hatine Tirkîyê. Di nav wan de 1 mîlyon û 771 hezar û 666 kes temenê wan di navbera 0-18 salan de zarok in. Tevahîya jinan jî 2 mîlyon û 647 hezar û 702 ne.
Pênaberên Sûrî herî zêde li 29 bajaran kom bûne, lê li tevahîya Tirkîyê jî belav bûne. Ew herî zêde li bajarê Stenbolê dijîn ku hejmara wan li wir 536 hezar û 99 kes e û herî kêm jî li bajarê Bayburtê dijîn ku ew jî tenê 35 kes in.
Di nav bajarên Kurdan de jî herî zêde li Entabê (Dîlok) Sûrî dijîn ku hejmara wan 460 hezar û 325 kes e û herî kêm jî li bajarê Dersimê ne ku tenê 43 kes in.
Serokê Daîreya Saxlemîya Koçberan Kanûnî Keklîk dîyar dike ku vekirina Navenda Saxlemîya Koçberan barê nexweşxaneyên Tirkîyê sivik dike.
“Li welatê me koçberên demkî di bin parastina me de ne. Xencî derfetên dewletê, em bi taybetî alîkarîyên navnetewî jî digirin û bi kar tînin. Taybetî alîkarîyên Yekîtîya Ewrupî girîng in. Me bi van piştgirîyan li Tirkîyê li 29 bajaran 178 Navendên Saxlemîya Koçberan vekirin. Ev navend hem barê nexweşxaneyên Tirkîyê sivik dikin û hem jî jibo xebatkarên saxlemîyê yên Sûrî re derfetên xebatê çêdikin.”
Li gor pêzanînên karbidestan, di van Navendên Saxlemîya Koçberan de tevahî karmendên tendûrîstîyê yên Sûrî kar dikin û wan di dema pandemîyê de karekî serketî kiriye.