Piştî ku wîlayeta Kolorado biryar dabû ku serokê berê yê Amerîka Donald Trump jiber kiryarên wî yên dema hilbiatinên 2020an, li gor xala destûrî ew ne layqî car dî serokatiyê ye, wîlayeta Maine jî roja Pêncşemê biryar stand ku wan navê Trump ji pisoleya dengdana pêşhilbijartinan rakirîye.
Wezîra Derve ya wîlayeta Maine Shenna Bellows ya Demokrat biryar da ku Trump jiber kiryarên wî û rola wî ya derbarê hilbijartinan û serdagirtina alîgirên wî ya avahiya Kongresê di 6'ê Çileya 2021'an de, dê nikaribe beşdarî pêşhilbijartinan bibe.
Kempeyna Trump ya hilbijartinê biryar şermezar kir. Berdevkê kempeynê Steven Cheung di daxuyaniyekê de got, "Em di demeke rast de şahidiya hewldana diziya hilbijartinê û bêparkirina dengdêrên Amerîkî ne."
Kempeyna Trump herwiha got ku ewê li dadgeha bilind ya wîlayeta Maine gilî bikin û biryara Bellows bidin ragirtin, her çaw be biryara dawî dê ji aliyê Dadgeha Bilind ya Destûr ve bête yekalî kirin.
Bellows di biryarnameyê de, ku ji 34 rûpelan pêk tê, got, "Ez wiha bi hêsanî negihiştim vê encamê... Ez dizanim ku heta niha ti berpirsekî derbarê madeya 3 ya xala 14an ya destûrê ti berbijarek serokatiyê bêpar nekiriye. Herwiha ez di wê baweriyê de me ku heta niha ti berbijarekî serokatiyê serî li serhildanê nedaye."
Hêjayî bîrxistinê ye ku Dadgeha Bilind ya Michigan roja Çarşemê serkeftinek girîng da Trump di şerê qanûnî de li ser mafê wî yê vegera bo Koşka Sipî.
Li Michigan daxwaznameya ku Trump beşdarî hilbiajrtinan nebe pêşkeşî dadgeha bilind ya wîlayetê kiribû, lê dadgehê ew daxwaz red kiribû.
Tê çaverêkirin ku hin wîlayetên din yên Amerîka wekî Oregon û Minnesota jî hewlesta xwe ya li hember beşdariya Trump di hilbijartinên serokatiyê de eşkere bikin.