Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Piştî Biryara Kongresê Soza bi Rêkûpekî Radestkirina Desthilatê Dide


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê ragihand ku ewê desthlatê bi rêkûpekî radestî Serokê hilbijartî bike, lê wî careke din dubare kir ku di hilbijartinê de sextekarî çêbûne.

"Tevî ku ez bi tevahî encama hilbijartinê qebûl nakim jî, di 20’ê Rêbendanê de rêvebirî wî bi rêkûpekî were radest kiri," Trump, piştî erêkirina seroktîya Biden ya ji hêla Kongresa Amerîkî, bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand.

"Min tim got ku emê jibo jimartina hemî dengên ku bi awayê qanûnî hatine dayîn, şerê xwe bidomînin. Tevî ku ev biryar dawîya gera yekê ya rêvebirîya herî serketî ya dîroka Amerîka ye, ew herwiha destpêka şerê me ya Amerîka Careke Din Bike Hêzdar e."

Bi hezaran alîgirên Trump, jibo piştgirîdana îdiayên Trump yên sextekarîya hilbijartinê hatibûn Washingtonê û xwepêşandaneke girseyî li dar xistibûn. Xwenîşanderên hêrsbûyî piştî mîtîngê ber bi Kongresê ve meşîbûn û hin ji wanan dîwar û barîkat derbaz kiribûn û ketibûn hindurê avahîyê.

Jiber gurbûna girjî û alozîyê, rûniştina li Kongresê hatibû sekinandin û endamên Kongresê ji avahîyê hatibûn derxistin.

Karbidestên ewlehî yên Washingtonê ragihand ku di bûyerên li pêş û li hindurê Kongresê de 4 kes hatine kuştin, 52 kes jî hatine girtin.

Piştî çend saetên aloz, polîsan kanîbû ku ewlekarîya Kongresê jinûve misoger bikirana û dû re rûniştina hevbeş dom kiribû û derengîya şevê seroktîya Biden piştrast kiribû.

XS
SM
MD
LG