Serok Donald Trump û rêvebirîya wî di preskonferansa ser vîrusa korona de bal kişandin ser rewişa New Yorkê.
Trump û cîgirê wî Mike Pence bo New Yorkê gotin ku ‘’herêma bi rîskên mezin’’
Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci jî da zanîn li New Yorkê ji her hezar kesî yek bi vîrusa korona ketiye û ew rêje 8-10 qatên herêmên din e.
Pence dîyar kir ku 60 ji sede pêketîyên nû yên vîrusa korona li New Yorkê ne û bang li hemwelatîyên wir kir ku germahîya bedenên xwe tim bipivînin, semptomên xwe bişopînin û ji mal dernekevin.
Berpirsên din jî gotin ku divê kesên ji New Yorkê derketine, heta 14 rojan li mal bimînin.
Trump jî di axaftina xwe de dîyar kir ku armanca wan ya sereke parastina ewlekarî û saxlemîya Amerîkîyan e û da zanîn ku ewê li gor pêşnîyazên biryarekê ser karên aborî bidin.
Wî gotibû ku ew dixwaze ku herkes heta Cejna Rabûnê (Easter) ya 12’ê Nîsanê vegere ser karên xwe.