Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Bang li Alîgirên Xwe Dike ku ji Tundîyê Dûr Bimînin


Serokê Amerîka Donald Trump êvara Çarşemê, piştî biryara Civata Nûneran ya împîçkirina wî peyameke vîdyoyî weşand, lê qala împîçkirinê nekir.

Trump got ku hemî tedbîrên pêşîgir hatine girtin ku di 20'ê Rêbendanê de radestkirina rêvebirîya Amerîkî bi bawerî û bê pirsgirêk pêk were.

Serok Trump ji ser Twitterê, ji hesabê fermî yê Qesira Sipî pirtir li ser bûyerên 6'ê mehê yên dijî Kongresê peyîvî û got ew wan bûyerana bi tundî şermezar dike.

‘‘Ez dixwazim bi vekirî bêjim ku ez bûyerên hefteya borî bi zelalî şermezar dikim. Li welatê me û di nava tevgera me de cîhê tundî û vandalism tuneye. Jinûve hêzdarkirina Amerîka bi parastina serwerîya qanûnê, bi piştgirîdana hêzên ewlekarîyê û domandina nirxên pîroz yên welatê me pêkan e. Piştgitên min yên rastîn ti car bêrêzî ji ala Amerîkî re nakin û zarar nadin Amerîkîyên din,” Trump got.

Serok Trump bi berdewamî got ku divê berpirsên bûyerên hefteya çûyî wê derkevin pêş dadwerîyê. Wî ji alîgirên xwe xwest ku li rêkên kêmkirina reqî û tundbûnê bigerin û piştgirîya aştîyê bikin.

Serok herwiha got ku jibo ku merasîma sondwarinê ya 20'ê mehê bi ewlehî pêk were, ewê bi hezaran hêzên Zerevanîya Netewî bînin Washingtonê.

Civata Nûneran ya Amerîka îro bi 232 beramber 197 dengdanê biryar dabû ku Serok Donald Trump împîç bike, bi sedema ku wî pêşî li êrîşên ser Kongresê vekirîye û piştgirî daye serîrakirina dijî hikûmeta Amerîkî.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha tenê sê serokên Amerîkî, Andrew Johnson, Bill Clinton û Donald Trump hatibûn împîç kirin, lê Civata Senatoran jibo her sêyan jî biryar dabû ku ew ji kar neyên dûr xistin.

Bi vî awayî Serok Trump dibe serokê yekê ku ji alîyê Civata Nûneran ya Amerîkî ve du caran hate împîç kirin.

XS
SM
MD
LG