Berpirsên Tirkiyê got bi hezaran misilmanên ku ji heca Erebistan Saudî vegeriyan Tirkiyê, îro Yekşemê hatine veqetandin ji ber tirsa ji vayrusa korona.
Tilfizyonan hin wêne belav kirin ku diyar dikin çawa bas wan hecaçiyan ji firokxaneya Enqera dibine bajêr, wek beşek ji operasyona veqetandina wan li cihê mayîna xwendekaran.
Tirkiyê, ku ta niha tenê 6 keysên korona ragihandine, di van rojên dawî de pîvanên saxlemiyê bilind kirine, ji bo rawestana belavbûna korona, di nav de jî girtina dibistan û zanîngehan, lidarxistina boneyên werzişî bê temaşevan, û rawesatan geştên esmanî bo gelek welat.
Ev gava dawî ya Tirkiyê tê piştî ku wezîrê tenduristiyê Fahrettin Koca daxwaz ji hecaçiyan kiribû ku xwe veqetînin û got encama taqîkirina kesekî ku hefteya borî ji Hecê vegeriyabû erênî ye. Wî îro Yekşemê ragihand ku Tirkiyê hecaçiyan vediqetîne.
Wî li ser Twîtera xwe nivîsand ku ji şeva borî ve hemî kesên ji hecê vedigerin, ew li cighê mayîna xwendekaran, di odeyên cihê de, têne veqetandine.