Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Qurbaniyên Korona li Îranê 600 Kesî Derbas Dike


Îranê îro Şemiyê got belavbûna vayrusa korona 97 kesên din kuştin û jimara qurbaniyan gihîtiye 611 kesan.

Îran rastî belavbûna herî xerab a vayrusa korona bûye li Rojhilata navîn, ku 12,729 keys lê hatine tomarkirin û berpirsên radebilind jî nexweş ketine.

Peyvdarê wezareta tenduristî ya Îranê ev agahiyên dawî li ser tilfizyona dewletê ragihandin.

Wezîrê tenduristiyê Seîd Namakî got dê pîvanên nû yên saxlemiyê bêne sepandin di hatûçûna nav bajaran de, bê ku berferehiyan pêşkêş bike.

Hin xem hene ku jimara rastîn a keysên korona li Îranê gelekî bilindtir be ji ya ku hikûmet radighîne û hin endamên parlemanê jimarên fermî didine ber pirsan e.

Îranê dibistan rawestandine û qehremaniyên werzişî qedexe kirine, lê ziyaretgehên ayînê hîn vekirî ne û cade û bazar hîn bi qerbalix in li Tehrana paytext.

XS
SM
MD
LG