Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkîye, Serdana Doza Cizîrê Red Dike


Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkîye li Enqerê
Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkîye li Enqerê

Di sala 2015 û 16î de li navça Şirnexê, Cizîrê di dema qedexa derketina derve û operasyonên leşkerî de li sê jêrzmeninan de ji 100’i zêdetir xort û keçen Kurd hatin kuştin. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiye, serdana doza ku li ser kuştina mirovên jêrzeminan red kir.

Evuqat Ramazan Demir, di 2018an de kuştinên li Cizîrê, dosyeya 34 kesan bir Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê, lê dadgehê bi hiceta ku prosa Dadgeha Destûra Bingehîn nehatiye temamkirin, serdan qebûl nekiribû.

Di 9ê Şibata 2016an de ji Bodroma ku li kuçeya Narin bû, hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel jî di nav de hestiyê bi dehan kesan hate derxistin. Evuqat Demir, li ser kuştina 34 kesan, bi dosyeyeke ku ji 60 rûpelan pêk tê serî li dadgehê da û anî ziman mafê jiyana wan hatiye binpêkirin, herwiha kêmasîyên lêkolînan û rola hêzên ewlekariyê di vê serdanê de bicî kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn, ji nav wan 34 kesan, li ser dosyeya şeş kesan biryar da û serdana Doza Cizîrê red kir.

Yek ji îdayên Demir ew bû ku jibo alîkarîya tendirustiyê neghişte wan kesan, jiyana xwe jidest dane û di kuştina wan da kêmasiya dewletê heye, mafê jiyana wan mirovan hatiye binpêkirin.

Dadgehê di biryara xwe da çi got?

Lê piştî pênc salan Dadgeha Destûra Bingehîn roja înê biryara xwe eşkere kir û bi bersivek ku 250 rupelan pêk tê gihîşt wê encamê ku dosyeya ku navê şeş kesan destnîşan kiriye, serdana vê dozê nayê qebûlkirin. Dadgeh dibêje jiber ku di wir de dewletê tê sûcdarkirin. Herwiha dadgeh îdia dike ew şeş kes ne sivîl bûn, li hember dewletê çek hilgirtine, serîhildane.

Di biryara dadgehê de hatiye destnîşankirin ‘’Hêzên ewlekariyê jî, jibo xetereyan berteref bike tevgiriyaye.’’

Dadgeh dibêje bi serhildana çekdarî hatiye armanckirin ku beşek ji xaka dewletê bê desteserkirin û li hember buyerên bi vî rengî dewlet jî nikare ji desthilatiya xwe paşde gav navêje.

Biryara dadgehê weha didome:

‘’Paşgavavêtina desthilatiya dewletê û reva hêzên ewlekariyê ji van çalakiyan nayê qebûlkirin. Di rewşên bi vî rengî de divê jibo têkbirina serhildana biçek, dewlet divê bi hemî îmkanên xwe dest bi tevgerê bike. Helwestek li dijberî vê tê wê wateyê ku dewlet erka erênî ya jibo parastina maf û azadiyên bingehîn yên welatiyan binpê dike. Jiber hinde, di vê serdanê da jî dikarin bejin bikaranina hêza ku dikare bibe sedema kuştinan, yek ji rêyan e ku jibo pêşigirtna çalakiyên terorî hatiye bikaranîn.’’

Evûqat Demir ''Dadgeh dixwaze bêje dewşet di kuştina wan da mafdar e''

Avuqat Ramazan Demir destnîşan kir dadgeh bi vê biryarê dixwaze bêje jibo ku ev mirov li hember dewletê çek hilgirtine, mafê jiyana wan jî di aliye maddi û isulê de binpê nebûye.

‘’Yanî biryara dadgehê de tê gotin ku ev kes di pevçunê de hatin kuştin û dewlet di kuştina wan da mafdar e. Di vê dozê de jî tu mafek nehatiye binpêkirin û tu pirsgirêkek nîne.’’

Dadgeh dibêje hêzên ewlekariyê mecbur mane hêza ku dikare bibe sedma kuştinan, bikaranîye.

Ramazan Demir, di serdanê de itiraz dike ku him rakirina meytan him berevkirina delîlan ne li gorî qaydeyên hiqûqî hatiye kirin. Lê dadgeh li dijî vê idiayê bersiv daye û gotiye ‘’delînên ji meytan bi baldariyek bilind hatine berevkirin.’’

Ramazan Demir destnîşan kir di ciyê ku mafê jiyanê li ber çavan bigre dadgehê di biryara xwe de li ser giringiya operasyona ewlekariyê rawestiyaye.

‘’Ne lêkolina ciyê buyerê hatiye kirin ne dozgerek çuye ciyê buyerê. Di serdanên bi vî rengî me gelek caran dît ku dadgeh jiber van kêmasiyan biryara binpêkirina mafan dide. Lê di vê dozê de helwesta dadgehê paratina sucê dewletê ye, dadge, dest ji hemî rêgezên hiqûqî berdaye, bi şiroveyek ku li ser aliyên ewlehiyê biryar daye û gotiye ev buyer jibo dewletê xeterek pir mezin bûye. Lewma di rewşên weha de dewlet ne hewce ye ku li gorî qayde û usulan tevbigere. Yanî bi kurtasî dadgeh dibêje jibo ev mirov li hember dewletê derketine, kuştinê jî heq kirine.’’

Ramazan Demir anî ziman Dadgeha Destûr Bingehîn dixwaze îlan bike ku biryara wan li ser beyana dewletê ye û ewê vê dozê carek din bibin dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê.

Evuqat Ramazan Demir destnîşan kir heta neha ji kuştinên li Cizîrê, 34 dosyeyan birine Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê. Herwiha bi dehan doz jî di dorê da ne.

Hêjayê gotinê ye li Tirkiye jibo ku dozek li Dadgeha Ewrupayê bê dîtin divê pêşî serdana wan li Dadgeha Destûra Bingehîn bê redkirin.

Wî îfade kir Lijneya Giştî ya Dadgehê biryara redkirina serdana dozê da û got ‘’Ev lijne li dosyeyên ku naveroka wan dişibe hevdû, biryarên giştî dide. Jiber ku serdana me hate redkirin, ev biryar dê bandora xwe li ser encama hemî dosyeyên ku ji Cizîrê dê biçin, bike.’’

Li Cizîrê Çi Bibû

Hêjayî bîrxisitinê ye di 14ê Kanuna 2015an heta 2ê Adara 2016an li Cizîrê 78 roj qedexa derketina derve hate îlankirin û di wan rojan da di nav şervanên Kurd ku xwe ‘Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS)’’ binav dikirin, pevçûnên giran rûdan.

Navça ku ji 100 hezarî zêdetir niştecî hebûn, bi temamî ji çûn hatinê re hate girtin û li gorî daneyên ne fermî piraniya wan sivîl 160 kes li Cizîrê hatin kuştin.

Li sê jêrzemîna hejmara meytên ku hatin derxitin ji 100î zêdetir bû. Ku hemî meyt hatibûn şewitandin.

Tirkiye kuştina sivîlan red kir û got di dema operasyonan da jibo parastina sivîlan hemi tevdir hatine girtin. Li gorî daxuyaniyên fermî yên wêv demê, li Cizîrê di dema operaysonan da 23 sivîl, 19 polês û leşker, 654 şervanên PKKê hatin kuştin.

Hikumeta wê deme ji kuştina sivîlan PKKê sûcdar kir. Herwiha di daxuyaniyê dewletê de behsa kuştinên li jêrzemînan nehate kirin û li gorî nêrina dewletê, kesên li wan jêrzeminan hatin kuştin ne sivîl bûn.

XS
SM
MD
LG