Weqfa Mafên Mirov ya Tirkîyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirova (ÎHD), pêk ve raportek, li Tirkîyê ser binpêkirina mafên mirovan ya sala 2023an amade kir û weşand.
Li gorî wê, di nav 8 salên dawî de ji ber pozberîyên çekî herî kêm 6,426 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8,676 kes jî birîndar bûne.
Raport dibêje ku “binpêkirin û çawsandina mafên Kurdan di warê sîyasî, çapemenî, çandî û gelek warên din de, bi awayekî berfireh hatine kirin û li ser gelek sîyasetmedar, şaredar, rojnamevan û gelên Kurd de çewsandinên herî zêde hatine çêkirin.”
Dîsa di raportê de tê nîvîsin ku "li ser mafên penaberan, LGBTI+an, Elewî û Muslimanan jî êrîşên nîjadperest hatine çêkirin û di van êrîşan de jî 13 kes mirine û 24 kes jî birîndar bûne."
Di 11 mehên 2023an de li ser Kurdan êrîşên nijadperest hatine çêkirin; ji wan Kurdekî jiyana xwe ji dest daye û 19 Kurd jî birîndar bûne. Ev yek jî wiha tê tomarkirin:
“Vê desthilatîyê civak kirîye du serî û di nabera wan de pozberî pêk anîye. Bi taybet jî li ser Kurdan eva bêtir hatîye hîskirin. Li hemberî çareserkirina pirsgirêka Kurd bes rêya pozberîyê û sîyasete şer hatîye meşandin û ev yek jî demxwa xwe li ser sala 2023an vedaye û mafên mirovan hatîye binpêkirin.”
Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirov ya Tirkîyê (TÎHV) Coşkûn Ustercî û Sekreterê Giştî yê Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban ev raport ji Dengê Amerîkayê re nirxandin.
Ustercî ragihand ku li Tirkîyê sedama zêdebûna binpêkirina mafan ya herî sereke polîtîkaya desthilatîyê ya ser ewlehîyê ye.
“Desthilatîya Tirkîyê, hemû pirsgirêkan di nav xeta ewlekarîyê de dibîne. Pirsgirêka Kurd di serî de hemû pirsgirêkên navxweyî an jî navnetewî di vê çarçoveyê de tê temaşekirin. Di hemû bikaranînan de ji referansên mafên mirovan dûr ketine û bikaranîna mafên mirovan jî êdî li Tirkîyê bûye tiştekî îstîsna,” Coşkûn Ustercî ji Dengê Amerîkayê re got.
Kuçikbalaban jî di daxuyanîya xwe de li ser Qanûna Dezenformasyonê ya sala 2022an rawestîya û da dîyarkirin ku ev qanûn li pêşîya çapemenîyê û hin sazîyan çewsandinên mezin pêk anîye. Kuçîkbalaban ev yek wiha ragihand:
“Di sala 2022an de piştî ku Qanûna Dezenformasyonê derket, li ser çapemenîyê gelek komeleyan xwe dîyar kir. Bi hezaran rûpelên înternetê hate qedexekirin, li ser rojnamevanan gefên binçavkirinê û zindankirinê hate kirin. Dîsa li ser Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Alîmên Olî (DÎADER), Komeleya Çavdêrîya Koçberîyê (GOÇÎZDER), Navenda Civakî ya Tarlabaşi (TTM) û Platforma Emê Kuştina Jînan Rawestînin (KCDP) doza girtinê hate vekirin.”
Li gorî raportê, herî kêm li ser 3,766 kes di binçavkirin, xwepêşandan û zindankirinê de mafê wan hatîye binpêkirin. Di raportê de li ser girtîyên zindanê jî taybet tê sekinîn û tê nivîsîn ku di zindanan de 651 giran, bi tevahî 1517 girtî nexweşin.
Hêjayî dîyarkirinê ye ku binpêkirina mafên rojnamevananjî hatîya raportkirin. Li gor vê jî di nav 11 mehên dawî yên 2023’yan de 84 rojnamevan hatine binçavkirin, 19 rojnamevan hatine zindankirin, 1 rojnamevan ji sînor hatîye derkirin û 1 rojnamevan jî hatina wî ya Tirkîyê hatîye qedexekirin, li ser bêtirî 10 rojnamevan êrîş hatine kirin û li ser 9 rojnamevanan jî gef hatine xwarin.