Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Komele û Sendîkayên Rojnamevanîyê Girtina 4 Rojnamevanan Şermezar Dikin


Rojnamevanên Girtî
Rojnamevanên Girtî

Roja înê çar rojnamegerên Kurd yên xebatakarê Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen, Cemil Ugur û yên JİNNEWSê Şehriban Abi, Nazan Sala, jiber nûçeya ku herdû gundiyên Kurd Osman Şîbak, Servet Turgut li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin, çêkirine, hatin girtin.

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS), Komela Rojnamegerên Dîcle û Feratê, Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê bi daxuyanîyek hevpar giritna rojnamegeran şermezar kir.

Serdar Altan, Roza Metîna, Mahmut Oral daxuyanîyên cuda dan û îfade kirin

''Rojnameger çavê wijdana gel e, çavê rastîyê ye û rojnanmegerî ne sûc e''

Hersê sazî jî destnîşankirin di ciyê ku kiryarên vê bûyerê derxin holê û tespît bikin û ceza bidin wan, rojnamegerên ku vê bûyerê derxistin, ceza kirin.''

Hêjayî gotinê ye ku di îdanameya dozgerîyê de di heqê rojnamegeran de tê îdakirin sûcê wan ''Nûçeyên civakî yên amade dikin, li dijî dewletê ye''

Rojnamegerên Kurd di 6ê Cotmehê de di çarçoveya operayoneke ''terorî de'' li Wanê, ji malê xwe hatibûn desteserkirin û di heman rojê de polêsan avêtibû ser avahîya ajansê ya li bajêr û dst dabû ser kompîtûr û kamerayan jî.

Wezîrê Karê Navxwe ew roj ragihandibû ku li seranserê Tirkiye ji 80ê yî zêdetir kes di çarçoveya operayonek terorî de hatine desteserkirin.

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:12 0:00


XS
SM
MD
LG