Di destpêka sala nû de li Meclîsa Tirkîyê jibo rakirina parêzbendîya qanûnî di derheqên 9 parlementeran de dosya hatin parlementoyê.
Di nav van dosyayan an go fezlekeyan de, 4 ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), 4 ya Partîya Gel ya Komarî (CHP) û 1 jî ya Partîya Karker ya Tirkîyê (TÎP) ye.
Li Meclîsa Tirkîyê (TBMM) di dewra 28’emînde heta niha di derheqê parlementeran de ji 700î zêdetir dosyayên Rakirina Parêzbenîya Qanûnî hene.
Tezkereyên Serokomarîyê ango kaxizê fermî ku destûra rakirina vê yekê dide gihîştîye destê Serokatîya Meclîsê, Endamên Komîsyona Dad û Makezagonê û Komîsyona Lijneya Têkel.
Di nav van 700 dosyayan de bêhtirî 500 dose yên DEM Partîyê ne û 4 doseyên dawî jî di derheqê parlementerên DEM Partîyê Salîha Aydenîz (Mêrdîn), Sirri Sakik (Agirî), Burcugul Çûbûk (Îzmîr) û Keziban Konûkçû (Stenbol) hatin dayin.
Parlementera Mêrdînê ya DEM Partîyê Salîha Aydenîz li ser van doseyan ji Dengê Amerîkayê re qise kir. Heta niha li ser Aydenîz 99 doseyên rakirina parezbendîyê hatine amadekirin. Aydenîz ragihand ku, li parlementoyê duwazdeh qatê wan parlementer hene lê doseyên ku li ser rakirina parêzbendîya wan hatîye amadekirin ji li gor wan qat bi qat zêde ne.
“Jibo rakirina parêzbendîya min herî zêde (99) dose di derheqê min de hatine dayîn. Mi çi gotîye kirine fezleke. Ez sîyasetmedara Kurd im, lazime ku ez dengê Kurdan bigîhînim her derî. Lê ew bi van fezlekeyan naxwazin ku em bibin dengê Kurdan.”
Parêzbendîya parlementera wek mafekî hiqûqî ku parlementer bikaribin nerînên xwe azad bibêjin ji alîyê makezagonê ve hatîye dayin. Aydenîz radigîhîne ku bi van rakirin parêzbendîyan ew mafê ku makezagonê daye ji holê radikin.
“AKP û MHP jibo sîyasetmedarên Kurd xwe wek erkdarên rakirina parêzbendîya qanûnî dibînin. Aw naxwazin ku Kurd sîyasetê bikin. Li ber vî jî hemû aqaftin û çalakîyê me dikin fezleke û dişînin parlementoyê.”
Hêjayî bibîranînê ye ku berî vê dewra 28emîn, di dewra 27emîn de 1811 doseyên rakirina parêzbendîyê hatibûn meclîsê.