Serokê Karên Dîyanetê (Olî) Prof. Dr. Alî Erbaş ragihand ku li ser malpêra e-Dewletê, xutbeyên Înê û Cejnan, wê bi 8 zimanan; wek Tirkî, Erebî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Îspanyolî, Îtalî û Rûsî biweşînîn.
Erbaş ev yek li ser hesabê xwe yê X’ê wiha dabeş kir:
“Di çarçoveya xebatên ku me bi hevkarîya Ofîsa Veguherîna Dîjîtal ya Serokomarîyê pêk anîne, weşana Înê û Cejnan ya Serokatîya Karên Dîyanetê, emê êdî bi 8 zimanên cuda li ser Derîyê Dewleta Elektronîk biweşînin. Hemwelatîyê me li ser malpera e-Dewletê jî dikarin têkiliyên xwe bi me re çêkin. Bi xêr be.”
Kurd, di nav van zimanan de jibo ku zimanê Kurdî tunene bertekan nîşan didin. Ew radigînînin ku nîva misilmanên Tirkîyê Kurd in, "lê di zimanê Kurdî de Dîyanet munafiqîyê dixe nav gelên Tirkîyê."
Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, li hemberî vê biryarê bertek nîşan da û helwesta Serokatîya Karên Dîyanetê ji Dengê Amerikayê re wiha rexne kir:
“Xwedê her mirov, her netew û her ziman wekhev anîye dinyayê. Qurana pîroz jî vîya emir dike. Sazîyên olî pêwîst e nebin amûrên dewletê. Lê mixabîn helwesta Serokatîya Karên Dîyanetê wek sîstema vê dewletê, bi vê kirina xwe Kurdan û zimanê Kurdî înkar dike. Li Tirkîyê bi mîlyonan Kurd Îslam hene, Dîyanet bi vê biryarê cûdatîyê dixe navbera hemwelatîyan û nefretê belav dike.”
Mamostayê Kurdî Ronî Bedirxan, ku di nav projeya aplîkasyona wergera Qurana Kurdî de cî digre, ev helwesta Serokatîya Karên Dîyananetê ji Dengê Amerîkayê re wiha ragihand:
“Ez vê biryara Dîyanetê, ku Kurdan wek netewekê nabîne û zimanê Kurdan înkar dike bi tundî şermezarî dikim. Em dizanin ku Dîyanetê bi zimanê Kurmancî mealek jî amade kirîye, ku pêwîste bi Zazakî jî amade bike, lê ew bi vê biryarê dikeve nav paradokseke. Divê her Kurdek di mizgeftan û platformên her cûre yên olî de dijî vê biryarê derkeve. Qaşo digotin Kurd û Tirk birayên hev yên misliman in. Lê bi vê biryarê jî dîyar bû ku Kurd û Tirk bira nînin. Misilmanê Tirk Kurdan wek bira nabînin. Êdî bila kes jî nebêje ku Kurd û Tirk bira ne.”
Hevberdevkên Komîsyona Bawerî û Gelan yê Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (HEDEP) Yuksel Mutlu û Mahfûz Guleryuz li hemberî vê yekê daxûyanîyeke nivîskî dan. Di vê derê de jî wiha hate nivîsîn:
“Ji alîyê Dîyanetê ve guhnedan û înkarkirina Kurdî ji ayêtên Quranê durûtî û munafiqîtî ye. Bi mîlyonan hemwelatîyên Tirkîyê Kurd in û bi Kurdî qise dikin. Lê zimanê Kurdan ji alîyê Dîyanetê ve careke din tûne hate hesibandin. Eva yekem car nîne, di demên berê de jî Dîyanetê di 7 zimanan de xizmet da lê cî neda zimanê Kurdî. Dîyanet li vê derê polîtîkayeke faşîst û nîjadperest pêk tîne.”