Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Erdheja Tirkiyê û Sûriyê de Ta Niha 3,600 Mirî Hatine Tomarkirin


Tîmên hawarçûnê li Adana ya Tirkiyê li kesên sax di bin kavilan de digerin
Tîmên hawarçûnê li Adana ya Tirkiyê li kesên sax di bin kavilan de digerin

Di encama erdheja mezin roja Duşemê li Tirkiyê û Sûriyê de ta dema amadekirina vê raportê zêdetirî 3,600 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran avahî hilweşiyane, di demekê de ku tîmên rizgarkirinê bi destan kavian radikin û li kesên sax digerin.

Bi dehan welatan soza alîkariyê dan, piştî erdheja bi lerza 7.8, ya ku rû da di demekê de ku xelk hîn di xew de bûn û di nav keşûhewa cemidî de ku xebatên lezgîn asteng kirin.

Avahiyên pirqatî yên tijî niştecih di nav wan 5,606 avahiyan de bûn ku li Tirkiyê bûne kavil, di heman demê de Sûriyê ragihand ku bi dehan hilweşiyan, û herwiha ziyan gihiştin şûnwarên arkeolojîk li Helebê.

Serokê Navenda Erdhejê ya Niştimanî ya Sûriyê, Raîd Ehmed, erdhej wek "mezintirîn erdheja ku di dîroka navendê de hatiye tomarkirin" bi nav kir.

Hikûmeta Sûriyê û rizgarkeran got ku nêzîkî 1,300 kes li seranserê Sûriyê mirin.

Xizmetên hawarçûnê yên Tirkiyê ragihand ku 2,316 kesên din jiyana xwe ji dest dane û bi giştî 3,600 kes mirine.

Xizmeta hawarçûnê ragihand ku heta niha li Tirkiyê 7,340 kes hatine rizgarkirin û 13,293 kes jî birîndar bûne.

Li Tirkiyeyê ji bo miriyan 7 roj şîn hat ragihandin.

Rizgarkirin hinekî asteng bû ji ber bahoza zivistanê ya ku rêyên sereke di nav qeşa û berfê de hîştin. Karbidestan got ku erdhejê hişt ku sê firokexaneyên mezin li deverê werin rawestandin, û gihandina alîkariyên jiyanî dijwartir kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku ziyan li parêzgehên Heleb, Laziqiyê, Hemayê û Tertûsê. Nûçegihanên AFP li bakurê Sûriyê gotin ku niştecihên bi tirs ji malên xwe reviyan piştî erdhejiya.

Beriya trajediyê jî, avahî li Helebê, navenda bazirganî ya Sûriyê ya berî şer, gelek caran hilweşiyan ji ber binesaziya wêranbûyî, ya ku ji ber nebûna çavdêriya dema şer xerab bûbû.

Karbidestan gaza xwezayî û elektrîkê li seranserê herêmê wekî tedbîr qut kirin, her weha dibistan jî ji bo du hefteyan girtin.

Tirkiye di cîhanê de yek ji herêmên herî çalak ên erdhejê ye.

Erdheja dawîn a bi lerza 7,8an di sala 1939an da çêbû û li parêzgeha Erzinganê 33 hezar kes mirin.

Li herêma Duzce ya Tirkiyê di sala 1999an de erdhejeke bi lerza 7,4an pêk hat û zêdeyî 17 hezar kes mirin.

Pisporan demek dirêj hişyarî dabûn ku erdhejeke mezin dikare Stenbolê wêran bike, bajarê 16 mîlyon mirovî ku gelek malên xerab vedihewîne.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG