Hunermendê Tirk yê navdar Tarkan bi navê “Getçek-Dê biçe” klîbek kişand û di 17 Rêşemîyê de weşand.
Ev klîba hunermend di nav 24 demjimêran de li ser 10 mîlyonî va hate temaşekirin.
Lê gotinê vê stranê di nav sîyaseta Tirkiyê de bû sedema gotûbêjan. Rojeva Tirkiyê yekser qulipê ser vê stranê.
Tarkan li tevahîya dinyayê de wek starekî bi nav û deng e. Ew demeke dirêj li Amerîka ma û li Los Angeles taxa Hollywood de stranê xwe pêşkêşî navdarên Hollywood kiribû. Li Japonya heta Avustralyayê jî tê guhdarkirin.
Di van rojan de strana wîya nû ku bi navê “Getçek-Dê Biçe” desthilatî û opozîsyona Tirkiyê anî beranberî hev. Layenên desthilatîyê bi tevahî stran rexne kir lê yê opozîsyonê jî piştgirî dan Tarkan.
Di gotinê klîbê de gelek peyamên sublimînal ango veşartî hene. Li Tirkiyê him navê vê stranê û him jî naveroka peyvên stranê bû sedama gengeşîyan.
“Getçek” di Tirkî de “Geçecek” tê nivîsîn. Le di strana Tarkan de wek devoka gel “Getçek” hatîye gotin.
Rexnên ku tên jî li ser naveroka peyên stranê ye. Peyvên ku herî zêde tên rexnekirin ev in:
“Dê biçe ma her gav me nedewsandin quncika?/Di demê berê jî di pişta me de ma li me nedan?/Eva çendîn derbeye… Tu bêhna xwe fireh bigre me çi neqewirand ku/Dê biçe biçe helbet eva jî dê biçe…/Êdî bese em tengezarî bûn/Ji berstoka me bikeve”
Klîb bi kesên derûnîya wan nebaş destpêdike, keç û xort, jin û mêr, karker û karmend, nexweş û bijîşk tevahîya civakê di derûnîyeke xirab de têt nîşandayîn. Tarkan di klîbê de hemû şîfreyan dişikênîne û di telefonê dest, bîlbord û tevahîya medya civakî de xwe nîşan dide. Temaşevan pêşî ecêb dimînin û du re jî dema peyva “Dê biçe” dibîhîzin derûnîya wan baş dibe.
Li Tirkiyê di medya civakî de tevahîya gengeşîyan qulîpî ser vê stran û klîbê. Di nêrîna civakê de yekser ev stran wek dijî desthilatîyê hate pênasekirin. Di nav yên ku “Dê biçe” de desthilatî hate fikrîn.
Ev klîb ji straneke zêdetir wek gengeşîyek sîyasî ana di nav sîyasetmedaran û gel de tête gotûbêjkirin. Li ser rexne û bertêkan hunermend Tarkan daxûyanîyek da û wiha got: “Ji vî saleke berê derûnîya min gelek xirab derbas bû. Li tevahîya dinyayê bûyerên ku mirov xemgîn dikin pêk hatin. Mirovahî kete nav fikaran. Evan û tiştên wek pandemîyê bandorek xirab da ser min. Di wan deman de melodî û gotinek di serê min de çê bû û min stran durist kir.”