Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Bi Xêrhatina Berdewamiya Alîkarîyên NY Bo Sûrîyê Dike


Enqerê bi xêrhatina biryara civata ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî kir li dor dirêjkirina dema debraskirina alîkarîyê mirovî di derîyê sînorî yê Tirkîyê û Sûrîyê re bo 12 mehên din.

Derîyê tekane yê ku alîkarî tê re derbasî herêmên serhildêrên Sûrîyê dibin, ew roja şemîyê dê bihate girtin, lê Neteweyên Yekgirtî, piştî erêkirina Rûsya, ew bo 6 mehan vekirî hîşt û dê bo 6 mehên din jî vekirî bimîne.

Wezareta derve ya Tirkîyê got:

“Alîkarîyên Neteweyên Yekgirtî yên ku di dergehê sînorê me re derbas dibin, ew bingehîn in di berdewambûna bersivdana çalak de ji bo kirîza mirovî ya li Sûrîyê û ji bo ewlekarî û seqamgîrîya herêmê.”

Wezaretê got, "ji bo vê sedemê em bi xêrhatina dirêjkirina mîkanîzma alîkarîyên mirovî dikin bi rîya welatê me re, ji bo dabînkirina pêwîstîyên xelkê Sûrîyê."

Berpirsên Tirkîyê dixwazin dergehên Bab al-Hewa vekirî bimîne, di demekê de metirsî hebûn ku girtina dergeh dê bêhtir xelkê Sûrîyê neçar bike ku birevin Tirkîyê.

Tê zanîn, Tirkîyê mêvandarîya bêhtirî 3.6 milyon penaberên Sûrî dike.

Dora 3 milyon kes li bakurê rojavayê Sûrî dimînin ku di bin kontrola cîhadîyan de ye û bêhtirî nîvê wan derbider in ji destpêka şerê Sûrîyê ve, sala 2011an.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG