Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ITUC: Tirkîye di Warê Mafên Karker de li Dinê di Rêza Herî Xirab de Ye


Dîmeneke 1ê Gulanê li Enqerê.
Dîmeneke 1ê Gulanê li Enqerê.

Li gor Endeksa Mafên Cîhanê ya ku her sal ji alîyê Konfederasyona Sendîkayên Navnetewî (ITUC) ve tê weşandin, Tirkîye di nav welatên ku şert û mercên kakeran herî xirab de cî digire.

Li gor raporta ITUC, ji sala 2016’an vir ve Tirkîye di warê mafên karkeran de di nav 10 welatên herî xirab yên cîhanê de ne.

Rêvebirê Têkilîyên Navnetewî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger yên Tirkîyê (DÎSK) Kivanç Elîaçik dibêje ku li Tirkîyê karker di şert û mercên xirab de dixebitin.

Rêvebirê Peywendîyên Navnetewî yê DÎSK.
Kivanç Elîaçik

“Karker pereyên kêm distînin û demên kar pir dirêjin. Mirinên ser kar û nexweşîyên ser kar gelek zêde ne. Sedema wê jî ew e ku karker ne bi sendîka ne û yên ku li mafên xwe digerin jî ji kar tên derxistin. Ev raport jî rastîya Tirkîyê dîyar dike.”

ITUC, ku navenda wê li Brukselê ye, sendîkaya herî mezin ya cîhanê ye. Ew ji 340 sendîkayên ji 167 dewletên endam pêk tê û 191 mîlyon karkeran temsîl dike. Ji Tirkîyê sendîkayîn DÎSK, KESK, Turk-Îş û Hak-Îş di nava ITUC de cîh digirin.

Li gor raportê, maf û azadîyên karkeran li Tirkîyê bi salan e di bin êrîşan de û karker di bin zextên mezin de ne û sendîka û endamên wan bi îdiayên bê bingeh tên darizandin.

Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) Ahmet Karagoz ji gazinca xwe bilind dike ku li Tirkîyê mafên karkeran bi başî nayên parastin.

Rêvebirê Giştî yê KESK'ê.
Ahmet Karagoz

“Li ser rêxistinên karkeran zextên giran hene. Heval û endamên me jiber ku mafên xwe yên aborî, demokratîk, sîyasî û civakî diparêzin, rastî zextên hergavî û sîstematîk yên derxistina j kar, sirgunkirin, binçavkirin û girtinê tên.”

Di raportê de hate ragihandin ku Serokê Sendîkaya Karkerên Çerm û Tekstîlê (DERÎTEKS) Masum Alagoz ku di 12’ê Şibata 2024’an de jibo mafên karkeran biaxive çûye kargeha îflasê ya Tekstîlê ya Akarê. Ew rastî êrîşan hatîye û bi guleyan ji lingê xwe hatiye birîndar kirin. Rêvebirên berê yên Sendîkaya Kedkarên Tendirustî û Xizmeta Civakî ya Tirkîyê (SES) jî ji Gulana 2021’an û vir ve jiber xebatên xwe yên sendîkayî hatine darizandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku li gor raportê ji sala 2016’an vir ve di warê mafên karkeran de dewletên herî xirab Tirkîye, Bangladeş, Belarûs, Ekvador, Eswatinî, Fîlîpîn, Guatemala, Misir, Myanmar û Tûnis in.

Raporta Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00
XS
SM
MD
LG