Endamekê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) got: “Eger hiceta Tirkiyê ji bo girtina qada xwe ya asmanî li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê hebûna alîgirên PKKê li Silêmaniyê be, diviyabû firokexaneyên xwe û yên çend welatên Ewropayê girtiban û bi dironan lêdabana.
Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Saadî Ehmed Pîre ji Dengê Amerîka re got. “Eger PKK li cihekî be divê were dorpêçkirin, balafirên bê mirov jê re bên şandin û balafirgeha wê bê girtin, wê demê divê beriya her tiştî balafirgeha Stenbolê bê girtin. ji ber ku li Stenbol û Qendîlê zêdetir endamên PKKê hene, divê Berlîn û Fransa firokexaneyên xwe bigirin û firokeyên bê firokevan ji wan re bişînin ji ber ku li wir alîgirên PKKê zêde ne."
"Ev ne cara yekem e"
Hikûmeta Tirkiyê roja Duşemê biryar da ku hemû geştên asmanî yên Turkish Airlines bo Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê rawestîne. Her çend di destpêkê de dihat gotin ku pirsgirêk teknîkî ye, lê roja din hikûmeta Tirkiyê bi fermî di daxuyaniyekê de ragihand, ew ji ber pirsgirêkên ewlehiyê û zêdebûna çalakîyên PKKê ne li Silêmaniyê ye.
Endamê Mekteba Siyasî ya YNK'ê da zanîn ku ev ne cara yekeme Tirkiye vê yekê dike.
“Bi rastî ti pêwendiya vê biryarê bi rewşa Silêmaniyê re nîne, eve demeke ev oropagandaye tê kirin ne tenê ev biryare nîne, bi dehan welatiyên bi hêla (Turkish Airlines) seferê dikin, bi taybetî li firokexaneya (Sabiha) telefonên wan desteser dikin, eger wêneyê birêz (Mam Celal) yan berpirsên din ên partiyên din hebe yan jî ala Kurdistanê yekser têne mohrkirkirin û qedexeya çûnûhatinê bo Tirkiyê danin ser.
"Propagandaya hilbijartinê ye. "
Li gorî Pîra, biryara Tirkiyê zêdetir girêdayî propagandaya hilbijartinan li Tirkiyê ye.
Saadî Pîra got, Mixabin li Silêmaniyê li ser PKK’ê pir propaganda tên kirin, ev nayê wê wateyê ku navenda PKKê li Silêmaniyê heye, bi dîtina min ev mijar zêdetir girêdayî hilbijartinên Tirkiyê û (rûniştina) niştimanperwerên Tirk ji bo pirsa dengdanê ye, wekî din tiştên ku berê li Silêmaniyê hebone neguherîne.
Pîra wiha got, Nivîsîngeha Tirkiyê li Silêmaniyê hebû û pêwendiyên wê yên baş li gel Silêmaniyê hene, ji salên 1990ê ve her tim li ser çalakîyên partiyên siyasî gotobêj tên kirin.
Pîra wiha got, Nivîsîngeha Tirkiyê li Silêmaniyê hebû û pêwendiyên wê yên baş û hişik li gel Silêmaniyê hene, ji salên 1990an ve her tim li ser çalakîyên partiyên siyasî nîqaş tên kirin.
Asayişa Firokexaneya Silêmaniyê roja Îniyê 7-4 -2023ê ragihand , danê êvarê teqînek di dîwarê firokexaneyê de rû da û ziyanên canî çênebûne, lê agir derketiye û tîman bi lez agir kontrol kirine. Polîsê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan li ser teqînê lêkolînê dikin û dê di pêşerojê de zanyariyên zêdetir belav bikin.
Saadî Pîra dibêje, em cîranên Tirkiyê ne, di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de 400 kîlometran sînor heye, tevahiya sînorê Iraqê ligel Komara Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ye. Bi dîtina min ne raste ku em hizir di xerabûna van pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê dironan û çekan baxvîn ji ber ku erdnîgarî înkar e.
Wî got, em ê çi bikin jî em ê cîranê hev bin. petivîye hem hikûmeta Iraqa Federal û saziyên dîplomatîk yên li Iraqê û li derve û hem jî partiyên siyasî yên Komara Tirkiyê û AKP jî di nav de divê bi partiyên Kurdistanê re bikevin nava danûstandinan.
Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê da zanîn ku YNK bi rêya dîplomasiyê hewl dide pirsgirêkan bi dawî bike.
Pîrê dibêje, Ger em berê xwe bidene birêz Bafel, ew hewl dide bi rêya têkiliyên dîplomatîk dawî li van pirsgirêkan bîne. Bi dîtina min, ya ku niha tê kirin hêceteke bê wate ye, li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li Silêmaniyê, hiş navendeke sereke nîne, dibe ku di nava artêşa Tirkiyê de kes hebin ku dilgiran li hember hinek pirsgirêkên gelê Kurd.
"Ger Armanc Mezlûm Kobanî bûya"
Piştî teqîna duhî ya firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê, hin çavkaniyên medyayî ragihandin ku armanca bombebaranê Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) Mezlûm Ebdî û berpirsekî din yê HSDê bûye.
Lê Saadî Pîra dibêje, nizanim hêcet çiye? Mezlûm Kobanî jî li wir be, di adetên navneteweyî de kiryareke xelet e, Mezlum Kobanî ne welatiyê Tirkiyê ye û ne endamê opozîsyona Tirkiyê ye.
Peywendiyên YNK û Tirkiyê
Saadî Pîra behsa peywendiyên YNK û Tirkiyê kir û got: Pêwendiyên me bi Tirkiyê re xirab bûne, lê xerabûna têkiliyan yekalî ye, em naxwazin têkiliyan xera bikin.
Wî zêde kir ku, têkiliyên me bi partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re, heta bi AKP'ê re jî pir baş in, ji bo ku di hilbijartinan de du dengên din bidest bixin her amûrekî rewa dibînin ku bikarbînn, ev jî tiştekî nebaş e.
di bersiva vê pirsêde. ji bo vekirina firokexaneya Silêmaniyê Tirkiye çi ji we weke YNK dixwaze? wî got
Saadî Pîra got, Partiyên siyasî her dem nakokiyên xwe ji sinoran derketine, dibe ku wisa hizirbiken ku hevkariya me bi Tirkiyê re ne wek ya partiyên din e, eve tiştekî normal e, em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêka PKK bi rêyên aştiyane çareser dibe, eger pirsgirêka kurd li Tirkiyê çareser bibe dê ev pirsgirêk jî çareser bibin.
Saadî Pîra jî got, ev yek ji nişkekê ve ye, berê Serokê konsolxaneya Tirkiyê li vir bû, gelek hewl da ku hinek ji van gumanan ji holê rake û têkiliyên xwe baştir bike. Ti eleqeya vê bi têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re nîne.û ez hizirdikem ku hêceteke ke ku îdia diken ku PKK li Silêmaniyê çalaktir e, tu bingehek bo vê yekê nîne.
Hîç baregeheke PKK'ê tune ye da ku em bigirin, ev hejmar û mezinahiya ku tê gotin bêbingeh e û rast nîne.
Raporta Jiyar Mihemed