Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Û Misir Nêzîkî Hev Dibin


Civîna Misir û Tirkiyê li Enqere
Civîna Misir û Tirkiyê li Enqere

Tirkiye û Misir herdu neyarên li Rojhilata Naverast lihev kirin ku, berdewamiyê bidin danûstandinan bi armanca başkirina têkiliyan di qonaxa duyan ya diyaloga dualî de, weke hikûmetên herdu welatan roja Çarşemê ragihandin.

Îro Çarşemê herdu welatan daxuyaniyek hevbeş belav kirin û di daxuyaniyê de hat gotin ku, piştî domkirina du rojan ji civînan li Enqere, lihevahtin çêbû ku dema danûstandinan bihê dirêj kirin, daxuyaniyê got, "Tekez li ser hezkirina (hevpar) dikîn ji bo pêşveçûn di derbarê mijarên hatine qotûbêj kirin de, û pêwîstîya bi avêtina pêngavên zêdetir heye ji bo normalize kirina," peywedniyên dualî.

Danûstandinên li Enqerê bi pêşengiya Cîgirê Wezîrê derve yê Tirkiyê Sedat Onal û yê Misrê Hamdi Samad Loza pêkhatin û temamkirina danûstandinên ku di qonaxa yekê de li Qahîre di meha Gulanê de pêkhatbûn.

Civîna pêşî ya meha Gulanê li Qahîre, yekemîn hevdîtina dualî ya herdu welatan ya di astekê bilind de bû ji sala 2013an vir de.

Ev di wî çaxî de pêkhat piştî ku Tirkiyê dixwest têkiliyên xwe li gel Misrê û welatên din yên Arabî baş bike. Bi taybet Erebistana Saûdî û Îmaratên Erebî Yên Yekgirtî.

Nakokî di navbera Tirkiyê û Misrirê de derketin piştî ku leşkeran di sala 2013an de, serokê Misrê yê berê Mihemed Musrî ji ser desthilatê avêtî.

Herwiha nakokiyên Tierkiyê berfireh tir bûn li gel Misir, Erebistana Saûdî û Îmaratên Erebî yên Yekgirtî jiber nakokiyên li Lîbyayê, ku Tirkiyê piştevaniya Îxwan Muslimînan-Birayên Musilman dikir li Lîbyayê û yên din jî alîgiriya hin aliyên opozisyonê dikirin li herêmê.

Her çende ku di danûstandinên li gel Misrê de, gelek pêşveçûn çênebûne, tenê hindik nebe, lê dîsan wan tekez li ser Lîbya, Sûriya û duberiya Filîstin Û Îsraîlê û aloziyên li Rojhilatê Derya Spî ya Naverast kirin.

XS
SM
MD
LG