Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tusk: Yekîtîya Ewrupa Girên Golanê Wek Axa Îsraîlê Nabîne


Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk dîyar kir ku tevî gotinên Serokê Amerîka Donald Trump yên derbarê Girên Golanê jî ewê nêrîna li ser wê herêmê neguherînin.

Tusk ji Reuters’ê re da zanîn ku di pozîsyona YE’ê ya bo Girên Golanê de ti guhertin çênebûye.

‘’YE, li gor hiqûqa navneteweyî li cîhên ku Îsraîlê ji 1967’an vir ve dagir kiriye, ku di nav wan de Girên Golanê jî heye, desthilata Îsraîlê nas nake û wan deran wek axa Îsraîlê nabîne’’ Tusk got.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ‘’êdî dem hatiye ku Amerîka serwerîya Îsraîlê ya li Girên Golanê’’ nas bike û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ser wê gotinê spasîya Trump kiribû.

XS
SM
MD
LG