Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmarat Êrîşên Îranê ser Herêma Kurdistanê Şermezar Dike

Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) îro Çarşemê êrîşên mûşekî yên rejîma Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Îmaratê di daxuyanîyekê de got ku ew "êrîşên mûşekên yên Îranê yên terorîstî ku du bingehên leşkerî li Herêma Kurdistana Îraqê kirine armanc bi tundî şermezar dike."

Wezaretê diyar kir ku ev êrîş binpêkirina prensîpên qanûna navnetewî ye. Wê herwiha dilsozîya xwe ligel Herêma Kurdistan û îraqê dupat kir.

Daxuyanîya Wezareta Derve ya Îmaratê herwiha "sersaxîya mirov û malbatên şehîdan û hikûmeta Kurdistan û Îraqê kir."

Di êrîşeke mûşekên balîstîk de roja Sêşemê ji alîyê rejîma Îranê ve li ser bingeheke Pêşmerge li navçeya Soranê li Herêma Kurdistanê, 6 Pêşmerge hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG