Buroya Statîstîkên Kar ya Amerîkî (Bureau of Labor Statistics) ya di raporteke nû de ragihand ku di 12 mehên borî de asta buhayên kelûpelan li Amerîkayê bi rêjeya % 7.5 zêde bû.
Raporta ku îro Pêncşemê belav bû, dîyar kir ku zêdebûna salane ya buhayan ya herî bilind e ji Sibata 1982’an.
Bêyî buhayên xwarinê û gazê, navbera meha yek, Rêbendana 2021’ê û heman mehê di 2022’an de, buhayên kelûpelan li Amerîkayê bi rêjeya % 6 zêde bû. Ev jî ji Tebaxa 1982’an vir ve rêjeya herî bilind e.
Di heman demê de, buhayên xwarinê jî bi rêjeya % 7 bilind bû û buhayê gaz û benzînê jî bi rêjeya % 27 zêde bû.
Meha borî buhayên gelek kelûpelan careke din bilind bûn, di nav de jî xanî, trimbêlên bikarhatî û baldana saxlemîyê. Di heman mehê de, buhayên xwarinê bi rêjeya % 0.9 zêde bû, hember % 0.5 di meha berê wê de.
Buhayên enerjîyê jî di Rêbendanê de bi rêjeya 0.9% zêde bû, di serî de buhayê elektrîkê.