Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji ber Korona Fermana Berdana Hin Girtiyên din ên Fedralî Dide


Dadwerê Giştî yê Amerîka William Barr ragihand ku nivîsîngeha Fedralî ya Girtiyan(BOP) rastî rewşeke tengav dibêye, bi sedema belavbûna vîrusa kornona, û ajansê dest bi berdana girtiyên bêhtir kiriye, ku dê li malên wan di bijn çavdêriyê de bin.

Barr got, li gor biryara wî ya tengaviyan, dê girîngî bê dayîn bo girtiyên hejar ên zîndanên fedralî li cihên ku bêhtir vîrusa COVID-19 lê belav bûye, di nav de jî zîndanên Oakdale li wîlayeta Louisiana, Elkton li Ohio û Danbury li Connecticutê.

Dadwerê giştî William Barr
Dadwerê giştî William Barr

Fermana Barr tê di demekê de ku 5 girtî li zîndana Oakdale û 2 li ya Elktonê bi vîrusê mirin.

BOP roja Înê got ku 91 girtî û 50 karmend li seranserê 122 bingehên wê bi vîrusê ketine.

Malbatên girtiyan ji ajansa Reutersê re got ku ew bawer dikin hejmara pêketiyên vîrusê gelekî ji wiha bilindtir e.

Demekê berê vê hefteyê, BOP biryar da hemî bingehên xwe ku girtiyan bo 14 rojan di odeyên wan de karantîn bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG