Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Ew Tektîkên Rûsyayê jibo Lawazkirina Ukraynayê Dizane


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ligel hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov. 21-1-2022 li Cinêvayê.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ligel hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov. 21-1-2022 li Cinêvayê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro Yekşemê hişyarî da Rûsyayê ku Washington “hemû taktîk û teknîkên” Moskowê jibo lawazkirina hikûmeta Ukranyayê dizane, lê ewê Amerîka gotûbêjên diplomatîk dom bike bi hêvîya kêmkirina girjîyan li rojhilata Ewrupayê.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona NBC, Blinken got ku “bê guman pêkan e ku diplomasîya Rûsyayê niha dikin tenê jibo windakirina demê ye û ewê bandorê li biryara wan ya dawî neke ka gelo ewê êrîşî Ukranyayê bikin yan na.”

“Lê berpirsîya me ye ku em bibînin diplomasî digihêje ku derê … heta ku ji me bê, jiber ku ew rîya her berpirs e jibo dawî li vê krîzê were kirin,” karbidestê Amerîkî anî zimên.

Di hevpeyvînekê din de ligel televizyona CNN'ê, Blinken dûr xist ku Amerîka demûdest sizayên aborî yên tund deyîne ser Moskowê. Amerîka soz daye ku ewê sizayan ser Rûsyayê ferz bike eger Serokê Rûs Vladimir Putin derbazî Ukraynayê bibe.

Blinken derbarê danîna sizayan got, “eger ew niha ew werin aktîv kirin, dê faktera wan ya pêşîgirtinê ji dest were dayîn.”

Rûsya 127,000 leşkerên xwe ser sînorê Ukraynayê kom kiriye

Senatorê Komarî Joni Ernst, piştî wê hevpeyvîna Blinken ya CNN'ê, rexne li sîyaseta rêvebirîya Serok Joe Biden derbarê gefeyên Rûsya hember Ukraynayê kir.

“Divê siza niha werin ferz kirin. Serok Putin tenê ji hêzê têdigihêje. Divê bersiva me xurt be,” Ernst got.

XS
SM
MD
LG