Dîmeşqa paytexta Sûriyê îro Şemiyê got ku “dagîrkirina Amerîka ji axa Sûrîyê re” nikare berdewam bike, piştî ku Washingtonê êrîşên kujer pêk anî wek tolhildana êrîşa dronekê li ser navnedeka leşkerî ya Amerîkî li Urdunê ku sê leşkerên Amerîkî kuştin.
Artêşa Sûrî di daxuyaniyekê de got ku di êrîşên şeva Înê de hejmarek sivîl û çekdar hatin kuştin û birîndar bûn û ziyaneke mezin gihîşt milkên giştî û taybet.
Diyar e Amerîka û îranê dixwazin ji şerekî berfireh dûr bikevin. Ji ber wê, Washingtonê ti êrîş li ser axa îranê nekirine.
Hêjayî gotinê ye ku nêzîkî 900 serbazên Amerîkî li Sûriyê ne û 2,500 li Îraqa ne, wek beşek ji hevpeymaniya navdewletî li dijî grûpa Dewleta Îslamî, Daişê.
Wezareta Derve ya Sûriyê got ku ev êrîş dihêlin pevçûn li Rojhilata Navîn bi awayekî pir metirsîdar gur bibin û ew serwerîya Sûrîyê û yekbûna axa Sûrî binpê dikin.
Wezaretê di daxuyaniyekê de got, ku Sûriye vê binpêkirina aşkere ya Amerîkî şermezar dike.
Çavkanî: AFP