Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Keysên Korona li Amerîka 20 Milyonan Derbas Dike


Navenda datayên vîrusa korona ya zanîngeha Johns Hopkins ragihand ku hejmara keysên koronayê li Amerîka 20 milyon derbas kirine.

Amerîka di serê lîsta welatên cîhanê de ye, bi hejmara pêketîyên vîrusê û nêzîkî çaryek ji tevahîya hejmarên cîhanê li Amerîka yê ne, ku niha gihîştîye nêzîkî 84 milyonan. Amerîka bi hejmara mirîyan jî di serê lîstê de ye ku ta nuha bêhtirî 347,000 kes mirine.

Bilindbûna hejmaran li Amerîka tê di demekê de ku berpirsên saxlemîyê bi her şêweyekî hewl didine ku vaksînan bigihînin xelkê. Rêveberîya li ser çûyînê ya serok Donald Trump meha Kanûnê pêşbînîya wê yekê kiribû ku wê 20 milyon kes berî dawîya salê vaksînan wergirin, lê berpirsên saxlemîyê dibêjin tenê 2.8 milyonan vaksîn wergirtine.

Li gor Navenda Amerîkî ya Kontrolkirin û Nehîştina Nexweşîyan, heta roja Çarşemê tenê 12,4 milyon derzî li seranserî welêt hatibûn belavkirin.

Sînatorê Komarî yê wîlayeta Utah Mitt Romney doh Înê bi tundî leza belavkirina vaksînan rexne kir û got ku çavdêrîyeke fedralî ya bêhtir ji bo proseyê pêwîste.

XS
SM
MD
LG