Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Tûşbûyên COVID-19 li Duhok di 24 Demjimêran Da


nexweşxana taybet bi COVID-19 li Duhok
nexweşxana taybet bi COVID-19 li Duhok

Ji bajarên herêma Kurdistana Îraqê, di 24 demjimêran da bajarê Duhok, bajarê herî li pêşe bo tomar kirina hejmara tûşbûyên vîrusa korona.

Di daxuyaniya here dawî ya Rêveberiya Giştî ya Saxlemiya parêzgeha Duhokê da hatiye ku, di 24 demjimêrên borî da 259 kes weke tûbşyên COVID-19 hatine tomar kirin.

Herwiha 4 kesan jî canê xwe ji dest dane. Li gor daxuyanî û amara Rêveberîya Giştî ya Saxlemiya Duhok di 24 demjimêran da dîsan 214 pêketiyên koronayê bi temamî çareser bûn û nexweşxane bi cih hêlan û çûne malên xwe.

Ji destpêka belvbûna vîrusa korona bi giştî heta niha 4447 bi vîrusa korona ketine, ji wana heta niha 2423 kes tên çare kirin.

Saziyên saxlemiyê bang li welatiyan dikin ku çendî bişên xwe ji pandemîkê biparêzin û li gor şert û tedbîrên xweparstinê tev bigerin.

Welatî Lyiq Cemal dibêje "parastina take kes' parastina xêzan û malbat û civakê ye ji vê petaya cîhanî".

Herwiha welatî Ebdurahman Bamernî dibêje "mixabin rêja tûşbûyan ya zêde dibe li Duhokê ewjî welatî egerê serekîne, jiber ku xwe naparêzin".

Piraniya pêketiyên vîrusê di mal da xwe karantîne kirine, jiber ku nexweşxane pir bûne, tenê yên ku rewşa wan gelek xirabe li nexweşxanan tên wergirtin û çavdêrî kirin.

Raporta Selam Balayî - Duhok 12 09 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00


XS
SM
MD
LG