Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Hişyarî Dide ku Korona Êdî Giheştiye Asta Pandemîk


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Çarşemê ragihand ku nexweşîya COVID-19 êdî giheştiye asta pandemîk anku di heman demê de li gelek cîhên cîhanê belav dibe.

Ghebreyesus da zanîn ku hejmara bûyerên vîrusa korona yên li dervayê Çînê, di nav du hefteyîn borî de 13 car zêdetir bûye.

“Ez ji asta pir bilind ya berfirehbûna COVID-19 pir xembar im. Ne pir dereng ku hikûmetên cîhanê bi karîgerî gavan bavêjin. Hemî dewletên dinê dikarin bi hevre pêşî li vê pandemîkê bigirin,” Ghebreyesus got.

Wî bang li hikûmetan kir ku parastina saxlemîya hemwelatîyan û rêzgirtina canê mirovan têxin berî her tiştî.

"Em di vê krîzê de bi hevre ne û divê em pêkve hemwelatîyên cîhanê biparêzin. Ev yek pêkan e, Ghebreyesus got.

Vîrusa korona di meha Berfanbara borî de li herêma Wuhanê ya Çînê derketibû û derbazî dewletên din bûbû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku vîrusa korona heta niha li seranser cîhanê pirtir ji 4300 kes kuştine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG