Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jineke Brîtanî jiber Korona li Girava Balî ya Endonezya Mir


Li Endonzeya nivîsên ku hemwelatîyan hember korona hişyar dike
Li Endonzeya nivîsên ku hemwelatîyan hember korona hişyar dike

Karbidestên Ezndonezî ragihand ku jineke Brîtanî ya 53 salî, ku jiber vîrusa korona li nexweşxaneyeke girava Balî bû, jîyana xwe hinda kir.

Karbidestan ragihand ku ew bûyera yekê tomarkirî ye ku mirov jiber vîrusa korona dimirin.

Berpirsê beşa COVID-19 ya girava Balî Dewa Made Indra ragihand ku jina Brîtanî di 29ê Şubatê de giheştiye giravê û piştî sê rojan jiber germahîya bilind xwe radestî karbidestên saxlemîyê kiriye.

Indra da zanîn ku jina Brîtanî bi 21 kesên din re peywendî kiribû û ew kes jî hatine test kirin. Wî got ku termê wê ser daxwaza malbata wê bi merasîmekê hate şewitandin.

Karbidestê wezareta saxlamîyê Ahmed Yurianto jî got ku wê jinê berê jî ji nexweşîya şekir (dîyabet) û tansîyona bilind nesax bû.

Girava Balî cîhekî hezkirî yê turîstên Çînî û yên welatên curbicur e û heta niha ti bûterên korona li wê derê nehatibûn tomar kirin.

XS
SM
MD
LG