Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî: Tolhildaneke Tund li Benda Kujerên Silêmanî Ye


Xameneyî, Silêmanî û Hesen Nasrullah

Ajansa Reuters ragihand ku rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî kuştina Qasim Silêmanî yê fermandarê Hêza Qudsê bi tundî şermezar kir û got ku tolhildaneke tund li benda kujerên wî ye.

Xameneyî jiber kuştina Silêmanî biryara sê roj şînîya fermî da û ew wek sembola berxwedanî bi nav kir.

Wî îdia kir ku kuştina wî dê motîvasyona berxwedana dijî Amerîka û Îsraîlê wê du car hêzdartir bike.

Rêberê ruhanî yê Îranê, kuştina Silêmanî wek hindabûneke mezin bi nav kir, lê dîyar kir ku tekoşîna wan heta serketinê bidome da ku jîyana wa tawankaran tahltir bike.

XS
SM
MD
LG