Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêzefîlma Tirk 'Gurê bi Tenê' Rêvebirîya Herêma Kurdistanê Dike Armanc


Li Tirkîyê di kanala televîzyona ATV rêzefîlmeke bi navê 'Yanliz Kurt (Gurê bi Tenê) heye ku beşa dawî rastê bertekan hat.

Di wê beşê de li hember Kurdan, Rêvebirîya Hikûmeta Herêma Kurdîstanê sehneyek heye ku zimandirêjî li rûmet û hebûna Kurdan, rêvebirîya Hikûmeta Herêma Kurdîstanê dike, bi helwesteke biçûkxistî heqaretan dike.

Di rêzefîlmê de karakterekî serekî heye ku navê wi Tekîn Gîrîtlî ye û di sehneya dadkirinê de li dadgerên Kurd heqaret dike û dibêje ''Kerkûk u Mûsil warê Tirkan e rêvebiriya Kurdan pêlîstokên dewletan e, beşek ji 'Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn'' in.

Ew herwiha dibêje ku ger du Tirk werin ba hev dewletekê ava dikin, lê Kurd tene dikarin bibin amurê deste dewletan.'

Kanala ATV wek kanaleke nêzî hikûmetê tê zanîn û heta niha daxuyanîyeke fermî li hember rêzefîlmê nehatiye dayîn, lê çend Kurdên di nav hikûmetê de bertek nîşan dan.

Dîsa, jimareke sîyasetvan, rewşenbîr hem rêzefîlm hem kanal şermezar kir ku parlamenterê bere yê AKP Abdurrahman Kurt û yê HDPê Altan Tan ji di nava wan de bûn.

Cîgirê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê Salar Osman ji Rûdaw re got ku ewê mijarê lêkolîn bikin û bersîvê bidin.”

KHF_06_06_2022_Ylaniz_Kurt
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00

XS
SM
MD
LG