Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmet Yuksel: Êrîşa Parêzvanên Erdogan ya Ser Kurdan li Washington, Fermanek Merkezî Bû


Mehmet Yuksel
Mehmet Yuksel

Roja Sêşemê dema serok komarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan bi seredanekê li Washington bû, hejmarek ji civaka Kurdên Washington û eyaleta Virginia, li hemberî Serya Spî xwepîşandan encam dan, ev xwepêşandan hem jibo piştevaniya biryara serok Trump û kêfxweşiya li hember çekdayîna YPG'ê û hem jbo şermezakrina Erdogan çalakî encamdan.

Dema hejmarek ji xwepêşanderên Kurd li hember mala balyozê Tirkiyê li Washington civiya bûn, zêrevanên taybet yên serok Erdogan êrîşî xwepêşanderan kirin û 9 kes birîndar bûn.

Mehmet Yuksel di hevpeyîna ligel pişka Kurdî ya Dengê Amerîka got"bi fermanek merkezî zêrevanên Erdogan êrîşî xwepêşandanan kirine".

Mehmet Yuksel nûnerê Partiya Demokratîk ya Gelan HDP'ê ye li Washington, dema bûyer pêkhatî, ew li wêderê yê amade bû.

Yusek dîsan da zanîn ku, kurdên di xwepêşandanê de amade bûbûn bi aştiyane çalakiya xwe encam didan, pêşîyê ew li hember White House bûn, aligirên Erdogan nêzîkî hevalên wan bûn da êrîş bikin kurdan, lê dema gihane ber mala balyozê Tirkiyê li Washingtin hejmara Kurdan kêm bûn, gardiyanên Erdogan êrîş anîn ser xwepêşanderên Kurd.

Temamiya hevpeyvîna bi Mehmet Yuksel nûnerê HDP'ê li Washington re li jêr heye.

Mehmet Yuksel
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:22 0:00

XS
SM
MD
LG