Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelensky Dê Ji Bo Parlamena Îsraîlê Biaxive


Serokê Ukrayna Zelensky û Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett
Serokê Ukrayna Zelensky û Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, ku hewl dide piştgirîya Cihûyan û Îsraîlî ji bo welatê xwe kom bike di dema dagirkirina Rûsyayê de, tekezê li ser Cihûtiya xwe dike, hatiye plan kirin ku roja Yekşemê li parlamentoya Îsraîlê biaxive.

Di kampeyna navneteweyî ya bi rêya vîdyokonferansan de, Zelensky bi gelek civatên biyanî re ji dema ku dagirkirinê di 24ê Sibatê de dest pê kir, di nav de Kongresa Amerîka, Meclisa Brîtanya û parlementoya Almanya (Bundestag)ê jî axivî ye.

Peyvdarê Knesetê (parlamentoya Îsraîlê) ji AFP re axivî û got ku axaftina Zelensky ji bo demjimêr 18:00 êvarê (1600 GMT) hate plan kirin, ji ber ku rewşa mirovahî li bajarên Ukrayna yên dorpêçkirî xirab dibe , yên di bin bombebarana Rûsyayê ya bêrawestan de ne.Zelensky dê gotarê li welatekî pêşkeşî parlementan bike ku hejmara welatiyê wî 9.4 kesin ji wan zêdetirî yek mîlon kes eslê xwe ji Yekîtiya Sovyeta berê ne.

Hikûmeta serokwezîr Naftali Bennett hewl da ku bêalîbûnê li dor nakokiyên Rûsya û Ukrayna biparêze, ji ber ku têkiliyên Îsraîlê bi her du welatan re di germin û hewcedariya parastina hevkariya ewlehiyê bi leşkerên Rûsî re yên ku li Sûriyê dixebitin heye.

Lê gelek xwenîşandan li Îsraîlê ji bo şermezarkirina dagirkeriyê hatin encamdan û şaredarê Tel Avîvê Ron Huldai ragihand ku şaredarî dê axaftina Zelensky bi zindî li navenda bajêr nîşan bide.

Dema ku Bennett li ser rêya dîplomasiyek hişyar dimeşe, hewl da ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de navbeynkariyê bike, bi Zelensky û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bi berdewamî peywendiyên têlefonê pêk tîne, di nav de civînek sê demjimêran bi Putin re li Kremlin di 5ê Adarê de.

Hin rayedarên Ukraynayê rexne li hewildanên Îsraîlî yên bêalîbûnê girtin, di heman demê de spasiya Bennett kirin ji bo hewildanên wî yên navbeynkariyê.

Îsraîl alîkariyên mirovî pêşkêşî Ukraynayê kirine, lê heta niha şandina alavên leşkerî ji bo wî welatê ku şer lê didome red kiriye û dewleta Îsraîlê tevlî cezayên rojava yên li dijî Rûsyayê nebû.

Roman Abramovich, karsazek navdare yê ku tê gotin ku nêzî Pûtîn e û xwediyê Klûba Futbolê ya Chelsea ye, ketiye ber sizayên aborî, hemwelatiya Îsraîlê ye û tê ragihandin ku hefteya borî serdana wî welatî kirîye.

Wezîrê Derve yê Îsraîl Yair Lapid, ku pêçewaneyî Bennett bi zelalî êrîş şermezar kirin, soz da ku Îsraîl "dê nebe rêyek ji bo derbaskirina cezayên ku ji hêla Amerîka û welatên din yên rojavayî ve li ser Rûsyayê hatine sepandin."

Ji dema destpêka şer û vir ve nêzî 14 hezar Ukraynî hatine Îsraîlê.

Rayedaran berê texmîn kiribûn ku 100,000 kesên hem ji Ukrayna û hem jî ji Rûsyayê bi nijada cihû ku mafê hemwelatîbûna Îsraîlî heye li gorî "qanûna vegerê" û dibe ji ber şer û pevçûnan li bêne Îsraîlê xwecih bibin.

XS
SM
MD
LG