Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy got ku welatî wî hewil dide dorpêça Rûsyayê ya li Mariupolê bişkîne, ji ber ku Rûsya êrîşên xwe yên li ser bajarê başûr didomîne û gefan dike ku êrîşên xwe yên mûşekî li ser paytexta Ukraynayê Kîevê dê zêde bike.
Zelenskyy di axaftina xwe ya bo xelkê Ukraynayê got ew digel rêberên leşkerî yên welatî civîyaye da ku rewşa Mariupolê gotûbêj bikin, ku şer li derdora kargeha bajarî Illich ya Pola û Asinê diqewime.
Zelenskyy got, "Ew nikare hûrgilîyan nûke dîyar bike, lê ew her tiştî dikin da ku gelê xwe rizgar bikin."
Serokê Ukraynayê dihu gote CNNê ku di navbera 2,500 û 3,000 leşkerên Ukraynayê de di şerê digel Rûsyayê da mirine û 10,000ên din jî birîndar bûne. Wî hejmara kuştiyên Rûsyayê di navbera 19,000 heta 20,000an da dîyar kir.
Rûsyayê di dawiya meha Adarê de gotibû ku 1,351 leşkerên wan li Ûkraynayê hatine kuştin. Rayedarekî payebilind yê leşkerî yê NATO'yê ku nexwest navê xwe eşkere bike, wê demê gotibû ku 7 hezar heta 15 hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin.
Peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Ukraynayê Oleksandr Motuzyanyk got, Rûsyayê bi bombeyên dûrhavêj êrîşan li Mariupolê dike ku ji dema dagirkirina wê ya 24ê Reşemê êreve cara yekem e Rusya wan çekan bikartîne.
Motuzyanykî got: "Rewşa Mariupolê dijwar e û niha şerekê giran diqewime, artêşa Rûsî bi berdewamî bang li yekîneyên zêde dike ku bajarî bigrin, lê heta niha Rûsan nekarîne bi tevahî wî bajarî bigrin."
Washington Postê ragihand ku Moskowayê vê heftîyê daxuyaniyeke dîplomatîk ya fermî bo Amerîkayê şandîye û hişyarî daye ku şandina sîstemên çekên "herî hesdar" bo Ukraynayê " şerî gur dike" û dibe ku ew bibin sedema "encamên nediyar".
Washington Post dibêje ku hişyarî di demekê da hat ku Serokê Amerîkayê Joe Bidenî dabînkirina çekên berfireh bo Ukraynayê pejirandî.
Di hevpeyvîna xwe ya digel CNNê, Zelenskyy nîgeranîyên Rêvebirê CIA William Burns dubare kir, ku Burns gotibû Rûsya, "ji bêhêvîbûnê," dikare bifikire ku çekên navokî yên taktîkî anjî sînordar bikar bîne.