Lînkên eksesibilîtî

Îro Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ye


Jinên Kurd di xwepêşandanekê de daxwaza mafên zimanê dayikê dikin
21’ê Sîbatê li seranser cîhanê wekî ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” tê pîroz kirin.

Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ji alîyê UNESCO ve di 17’ê Mijdar a 1999’an hate ragihandin.

Bi wê biryarê, armanca UNESCO balkişandina girîngîya pirçandî û pirzimanî li seranser cîhanê bû.

Di sala 2008’an de Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ew roj bi fermî pejirand.

Kurd jî di salên dawî de girîngî didin vê rojê û bi gelek panel, konferans û xebatên din yên ser zimên, Roja Zimanê Dayikê pîroz dikin
XS
SM
MD
LG