Salih Demîcer: Jinêv 2 Baştirîn Tişt e Vê Demê Jibo Nakokîya Sûrî

  • Balen Salih

Demîcer li Amerîka dimîne.

Li dema ku konferansa Jinêv 2 ya aştîyê di navbera rejîm û opozisyona Sûrî de berdewam dibe, gelek çavdêr reşbînîya xwe derbarê derketina encamên baş ji van gotûbêjan, venaşêrin.

Piştî ku civînên fermî di navbera herdu alîyan de sê roj derbas kirin, nêrîna gelek kesan ew e ku di dawîyê de ewê ev konferans wekî çawa destpê kir, bi dawî bibe.

Lê nivîskar Salih Demîcer dibêje, Jinêv 2 di vê qonaxê de çareserîya bitenê ye ku bobelata gelê Sûrî rawestîne û dawîyê li xwînrijandinê bîne.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Demîcer dide xuyakirin ku çareya siyasî tenê dikare Sûrîyê têxe qonaxa veguhêz, jiber ku şerê çekdar xweş diyar kir ku nikare çareserîyekê bîne holê.

Jibo guhdarîkirina hemû hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Salih Demîcer re