Îro Pêncşemê li hember dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê di preskonferansekê de Beşdar Hesen Serokê Tîma Parêzerên Girtiyên Badînan ragihand ku sizayê her yek ji çalakvan Mesûd Şengalî û Şêrwan Taha bo 2 salên zîndanê hat kêmkirin.
Ev di wî çaxî de ye ku çalakvan Mesûd Şengalî bi 3 sal û 6 mehên zîndanê hatbû darizandin, niha dê dema girtina wî bibe 2 sal.
Meha 11 Mijdara sala borî, li heman dadgeha 2 ya tawanan li Hewlêr, darizandina her yek ji çalakvan Mesûd şengalî, Şêrwan Taha, Bendewar Eyûb û Karke Ebbas pêkhatbû. Di wê rûniştinê de, dadgehê Mesûd Şengalî bi 3 sal û 6 mehan û Şêrwan Taha bi 2 sal û 6 mehan siza dabûn.
Ji hejî bîrxistinê ye, ku dosyeya girtiyên Badînan yên çalakvan û rojnamevan bertekên cûrbicûr bi xwe re anîn, pirranîya rêxsitinên navnetewî yên mafên mirov û parêzvanên azadiya ramanê û rojnamegeriyê nerazîbûn li hember sizayê wan çalakvanan nîşan dan û daxwaza demûdest ya berdan û azadkirina wan kirin.
Berpirsên Herêma Kurdistanê îdîa dikin ku kesên girtî û sizadayî plana têkdana ewlehiya herêmê hebû, lê girtiyan ew îdîayên desthilata herêma Kurdistanê her tim red kirine û dibêjin mesela girtina wan pirsek siyasî ye.
Your browser doesn’t support HTML5
Raporta Hewlêr 31 03 2022
Vê jî bixwîne:
Dadgeha Hewlêrê Çalakvan Bêrîvan Eyûb bi Du Salên Zindanê Siza Dide
Vê jî bixwîne:
Karvedana Biryara Nêçîrvan Barzanî ya Kêmkirina Cezayên Çalakvanên BehdînanVê jî bixwîne:
Zîndanîyên Badînan yên Azadkirî Hîn Venegerandine Ser Karên WanVê jî bixwîne:
5 Çalakvanên Badînan li Zîndaneke Hewlêrê Dest bi Greva Birçîbûnê DikinVê jî bixwîne:
Li Hewlêr Çar Çalakvanên Din yên Badînan Tên SizadanVê jî bixwîne:
Dosya Taybet: Rewşa Çalakvanên Badînan yên Girtî û AzadkirîVê jî bixwîne:
Dadgeha Hewlêr Car Din Dadgehkirina Girtiyên Badînan PaşdixeVê jî bixwîne:
Rewşa Çalakvan Û Mamostayên Girtî Yên Parêzgeha Duhok di Zîndanên Hewlêrê deVê jî bixwîne:
Dadgehkirina 4 Çalakvanên Parêzgeha Duhok li HewlêrVê jî bixwîne:
Malbata Qareman Şukrî Rojnamevanê 7 Salan Zîndankirî di Preskonferansekê deVê jî bixwîne:
Sê Meh in, Çarenivîsa 5 Çalakvanên Girtî li Herêma Kurdistanê Nediyar EVê jî bixwîne:
Amnesty: Divê Karbidestên Herêma Kurdistanê Dawî li Givaştinên Tund yên Ser Xwepêşandanan BîninVê jî bixwîne:
Doskî: Dadgeha Pêdaçûnê li Herêma Kurdistanê Li Pêş Taqîkirinê ye Û Divê Serxwebûna Xwe Biparêz EVê jî bixwîne:
Nerazîbûn li Hember Sizadana 5 Çalakvan Û Rojnamevanan li HewlêrVê jî bixwîne:
Çalakvanên Badînan li Hewlêr Tên Dadgeh Kirin