Serok Barack Obama dibêje, divê rêberê Lîbî Muamer Qezafî bizane ku ew êdî welatî kontrol nake.
Serok Obama herwiha got ku Amerîka ligel civaka navneteweyî kar dike jibo dana piştevanî kirina demokrasîyê li Lîbyayê.
Hevdem, Serokwezîrê Brîtanî David Cameron dibêje ku kontrol kirina Terablusê ji layê serhildayan ve, destpêka dekomrasîyê ye li herêmê.
Cameron got ku Brîtanyayê rola xwe hebû li parastina xelkê sivîl û welatê wî “serbilind e” ku beşdarî li şoreşa Lîbyayê kir.