Gedo: Îmzakirina Peymana bi Opozîsyona Sûrî Tiştekî Şaş e

endamên Komîteya Peywendîyên Derve ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Stebolê ne

Encumena Niştimanî ya Kurd û Koalîsyona Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûrîyê peymanek îmza kirin.

Lê, hîn endamên encumanê nerazîbûna xwe dîyar dikin ku desthilata Komîteya Peywendîyên Derve tune ku perymaneke wiha îmza bike.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka, Berdevkê Komîteya Peywendîyên Derve ya Encumena Niştimanî ya Kurd Salih Gedo bersîva Dengê Amerîka dide.

Birêz Gedo, ku di heman demê de Sekreterê Partîya Çepa Demokrat ya Kurd li
Sûrîyê, dibêje biryareke şaş e ku endamên komîtê tiştekî wiha kirine jiber ku tenê encuman dikare peymanan îmza bike.

Selih Gedo dide zanîn ku ewê di rojên pêş de bicivin û biryar bidin ku wê qayilbûnê erê bikin yan ne.

Gedo dîyar dike ku ewê ligel PYD rûnin û hewil bidin ku bigehijin rêkeftinekê jiber ku pir girîng e ku Kurd bi yekdengî daxwazên xwe bilind bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Salih_Gedo_RR