Wezareta Derve Daxuyanîyekê Derbarê Civîna Rubio ligel Şeybanî û Ebdî Dide

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Şemîyê daxuyanîyek derbarê civîna Wezîrê Derve Marco Rubio ligel heftayê xwe yê Sûrî Ese'ed el Şeybanî û Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî belav kir.

Tommy Pigott, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve, di daxuyanîyê de got ku Rubio "tekezî ser piştgirîya Amerîkayê bo Sûrîyeyeke aram û di aştîyê de ligel cîranên xwe û parastina hemû komên netewî û olî dike, dubare kir."

Rubio xêrhatina pêgirîya hikûmeta Sûrîyê kir ku bi tevahî hevkarîyê ligel Amerîkayê û Koalisyona Navnetewî ya Têkbirina Daişê kir, daxuyanîyê got.

"Wezîr girîngîya bicîhanîna agirbesta mayînde û rêkeftina entegrasyonê li bakurê rojhilatê Sûrîyê dupat kir, ligel piştrastkirina rêzgirtin û ewlekarîya tevahî ya mafên hemû Sûrîyan," daxuyanîya Wezareta Derve anî zimên.

Civîna Rubio ligel Şeybanî û Ebdî roja Înê li qiraxa Konferansa Ewlekarîyê li Munichê pêk hat.