Hejmara Qurbaniyên Erdheja Wanê Zêde Dibe - Wêne

Hejmara Qurbaniyên Erdheja Wanê Zêde Dibe - Wêne

Karbidestên Tirkîyê dibêjin ku li erdheja Wanê herî kêm 239 kes mirin û bi kêmî ve 1,000 kes birîndar bûn.

Wezîrê Karê Hundir yê Tirkîyê Îdris Naim dibêje ku herî kêm 117 kes li bajarê Erdîşê mirin û li bajarê Wanê 100 kes mirin.

Hejmareka welatan, ji wan Amerîka û Îsraîl, pêşnîyara alîkarîya Tirkîyê dikin. Lê belê Serokwezîrê Tirkîyê Receb Tayyip Erdogan dibêje ku Tirkîyê bi xwe dikare serederîyê ligel vê karesatê bike.

Erdogan şeva Yekşembê serdana Wanê kir.