Dîyarbekirê Roja Zimanê Dayikê bi Meşeke Pîroz Kir

21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî li Dîyarbekirê bi meşeke girseyî hat pîroz kirin.

Daxuyanîya roja Zimanê Dayikê bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî hat xwendin. Di wê daxuyanîyê de hat gotin ku Tirkiye êdî nikare hebûna Kurdan înkar bike, lê asîmîlasyon hê jî berdewam e.

"Jibo çareserîya pirsa Kurd tiştê pêdivî statuya zimanê Kurdî ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê jibo gelê Kurd, jibo hemî gelan mafê bingehîn û jênegere e."

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_2_22_14