Tanya Fuad, piştî 49 salan li Amerîka vegerî Herêma Kurdistanê û kargeheke şerabê ava kiriye. Fuad dibêje ku berhema tirî yê Kurdistanê jibo çêkirina şerabê gelekî kêrhatî ye.
Di Roja Navnetewî ya Tunekirina Tundîya Dijî Jinan de jinên li Silêmanî jibo bilindkirina dengên xwe daketin kolanan
Qurbaniyên êrîşa firokeya bê firokevan ya îro Duşemê danê sibê li Ranya ya Herêma Kurdistana Îraqê gihîşt 4 kesan ku 2 jin û 2 zilam in, her çar birîndar in û birîna duyan giran e, li Silêmaniyê tên dermankirin.
Serokê Navenda 'Metro Center' li ser diyar nemana rojnamevan Silêman Ahmed, nûçegihanê beşa Erebî ya RojNewsê, ji Dengê Amerîka re got ku "gumana wan heye ku ev doz hatiye siyasîkirin ji ber ku ajansa ku rojnamevan lê kar dike nêzîkî partiyeke siyasî ya Kurdî ye."
Dilovan Işlek penaberekî Kurd bû ku li Kampa Mexmurê dima. Wî dema bi otomobîla xwe ji Koyê vediger malê, bû armanca êrîşke drona Tirkîyê û jîyana xwe ji dest da. Hevjîn û dayika Dilovan li pêy wî hêstiran dibarînin.
Jîna li Herêma Kurdistanê ye, Pêşmerga Komelê ye, Jîna Salih peristiyar e, ew di nava xwepêşandanên sala borî de li astana Kurdistana Îranê çalak bû, lê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê de tê birîndar kirin û jiyana wê dikeve di metirsiyê de neçar dimîne derbasî Herêma Kurdistanê dibe.
Çavkaniyekî ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku Îranê bi fermî lîsta navê berpirsên partiyên kurdên Îranê daye Îraqê û daxwaza "radestkirina" wan dike.
Karbirêvebirê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ku hêzên Pêşmerge ber bi Kerkûkê ve çûbin.
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re ragihand ku di serdana wezîrên Tirkiyê ya Herêma Kurdistanê de mijara hinartina petrolê û pirsa PKK’ê jî heye.
Roja Çarşemê (09.08.2023) li ser rêya Dukan û Xelekanê li Herêma Kurdistana Îraqê di encama êrişa dronê (firoka bê firokevan) de ku tê texmîn kirin droana Trikiyê be 2 kes birîndar bûn, birîna yekî ji wan girane.
Dîndar Zêbarî Kordînatorê Pêşniyarên Navnetewî li Herêma Kurdistanê dibêje, li Herêmê ti kes ji ber baweriyên siyasî nehatîye girtin û ti rojnamevan jî ji ber sedemên rojnamevanî di girtîgehê de nînin.
Merasîma binaxkirin Hîwa Sadiqî û Saman Îbrahîmî ku du rojan berê ji ber nakokiyên navxweyî yên Komele hatibûn kuştin. Xizmên wan bi fikar in û ji Komelê daxwaza ronîkirinê dikin. Raporta Peyamnêra Dengê Amerîka li Silêmaniyê Snur Kerîm bêhtir zanyarî hene.
Cenazeyê Nûnera berê ya Kongreya Star Leman Şawêş ya ku di êrîşa drona Tirkiyê li gel Hevseroka Desteya Rêveber ya Kantona Qamişlo de giyanê xwe ji dest dabû, li Silêmaniyê hate oxirkirin.
Li deverên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de, di encama şer û pevçûnên tund yên di navbera hêzên ewlekarîya rejîma Îranê û PJAK de rû didin, li gor çavkaniyên haydar leşkerekî Îranê hat kuştin hetaşer dom dike.
Balyoza Amerîka li Iraqê çar peyamên nû derbarê paşeroja herêmê de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir, dibêje "Em ji têkçûna demokrasiyê û mekanîzma yekgirtina hêzên Pêşmerge dilgiran in" û herwiha bo çareseriya kêşeyên bi hikûmeta navendî re daxwaz dike ku rêkeftin ligel Bexda bihê kirin.
Festîvala taybet ya ji bo hunera destan û xwarinên kurdî tê amade kririn li 24ê Gulanê dest pê kir û dê heta dawiya meha Gulanê berdewam bike û armanca festîvalê ew e ku piştgîrî bidin kesên destrengîn û berhemên wan biforşin û rewacê bo berhemên wan bikin. 📷: Dengê Amerîka
Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser operasyonên hevbeş li herêmên nakokbar bi amadebûna hêzên hevpeymaniya Navnetewî li hev kirin.
Peyvdarê Komisyona Bilind ya Hilbijartinan ya Herêma Kurdistanê dibêje, wan parlamento û aliyên siyasî agahdar kirine ku ji bo amadekariyên hilbijartinan pêwîstiya wan bi 6 mehan heye.
Pirtir bar ke