Hêzên ewlekariya Tirkiyê operasyonên xwe hember piştevanên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) vê dawiyê xurt kiriye, piştî ku hikûmeta Enqerê rastî rexneyan ji aliyê welatên Rojava derbarê siyaseta wê ya hember DAIŞ hatiye.
Hilbijartina serokê reformxwaz yê Îranê Hesen Ruhanî dergeh jibo rêkeftineke navokî navbera Îran û welatên hêzdar yên cîhanê vekir.
Serokê Yemenê Ebid Rebû Mensûr Hadî hejmareke wezîrên Yemenê hinartine bajarê Eden, piştî hêzên berevaniya millî devereke berfireh kontrol kirin.
Serokê Amerîka Barak Obama ligel karbidestên leşkerî û zanyarî li wezareta berevanîya Amerîka (Pentagon) kom bû, bi merema pêdaçûnî ser stratejiya Amerîka di şerê dijî terota çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve
Piştî civîna 30 Hezîranê danûstandînên welatên hêzdar yên cîhanî ligel Îranê derbarê programa navokî bi dûmahîk hat, yek hefte bi ser de hate zêdekirin.
Bi dirêjahîya dîroka serdem welat û gelên desthilatdar bi şik û guman temaşe li Kurdan dikin û her kar kirine jibo ku Kurd negihêjin gehiştîna mafên xwe. Lê piştî serhildanên Buhara Ereb, hinek rewşenbîr û nivîskarên Ereb dipirsin, çima dijminahiya Kurdan tê kirin?
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar standiye ku êdî Pêşmergeyên wê yên li Başûrê Kurdistanê tên rahênankirin, vegerin Rojavayê Kurdistanê ku da ew jî bibin beşek ji berevaniya herêmên xwe.
Mislim ser helwesta Tirkîyê dibêje, ew bawer nake ku Tirkîye bê hebûna pîştevanîya welatên cîhanê bikane têkeve nav axa Sûrîyê
Salek di ser ragehandina “Dewleta Xîlafetê" re ji aliyê rê grupa terorîst ya DAIŞ ve derbas bûye, lê hîn ew hêza wê her xurtir dibe û kiryarên wê yên terorîst ne tenê li Rojhilata Navîn pêk tên, lê belê gefeyê biser li tevahiya cîhanê dike.
Li ser daxwaza Parlamena Ewrupayê şandên kêmnetew û olên Îraqî serdana Ewrupayê dikin da zêdetir li ser rewşa penaberan werin haydarkirin.
Piştî hejmareke Kurdên Êzîdî ber bi Stenbolê û paşê ber bi tixûbê Bulgaria ve ketin bi mebesta gihiştina welatên Ewrupayî, polîsê Tirkiyê rê li ber wan digire.
Pirtir ji yek hezar penaberên Êzîdî ji kampên Tirkiyê ber bi sînorê Bulgaria ve diçin, piştî ku jiyana wan di kampan da ketiye zehmetiyê.
Li 23'ê vê mehê parlamena Herêma Kurdistanê pêdaçûn bi ser bernivîsa qanûna serokatiya Herêmê kir û Partiya Demokrata Kurdistanê ya xwedan 38 kursî ew rûniştin boykot kir.
Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bo cîhanê piştrast kiriye ku ew hêza sereke ne di şerê dijî terora DAŞ de.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) serkeftineke mezin di hilbijartinên parlamena Tirkiyeê bidest ve anî û şîya bû 80 kursiyan li parlamenê bidest bixîne.
Serkeftina HDP dê bandorê li çawaniya pêkanîna hikûmeta nû ya Tirkiyê bike, li vê dema ku AKP piranîya zelal ya parlamenê ji dest da.
Bendava 10% nema asteng bû jibo Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), lê niha Tirkiyê ketiye astenga pêkanîna hikûmetê.
Hilbijartinên Tirkiyê wê guherîneke mezin li Tirkiyê çê bike, jiber ku eger HDP bendava 10% derbas bike, ewê bibe rêgir beramber AKP ku bikaribe sîstema welat biguhere.
Jibo aliyên siyasî û bi taybet partîya ser bi Kurdan HDP û partîya desthilatdar AKP, girîngiyeke taybet di hilbijartinên Tirkiyê de heye.
Li vê dema ku Amerîka daxwaza mana Îraqeke yekgirtî dike, daxuyanî li ser parçekirina Îraqê ji gelek aliyan ve tê.
Pirtir bar ke