Gelo Amedî banga Ocalan ya danêna çekan çawa dinirxînin?
Li Amedê daxuyanîya rêberê PKK Ocalan bi girseyî hate temaşe kirin
Li Amedê Sûka Keda Destê Jinan ya li taxa Peyasê li 42 dikanên biçûk, jin bi hunerên destkarîyê li ser xwe dimînin, dabara jîyanên xwe dikin. Ayhan bi dirûtinê, Nezehet jî bi çêkirina nanê sêlê çar sal in li vê bazarê ked didin.
Li Amedê partîyên sîyasî, sazî, dezgehên ziman û çanda Kurdî çalakiyên girseyî lidarxistin. Di dauxyaniyê de balê didin ser ser polîtîkayên givaştin û qedexeyên ser zimanê Kurdî, û daxwaz dikin ku zimanê Kurdî li Tikriyê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
Li Tirkîye dersên bi Kurdî tenê li dibistanên navîn, jibo polen 5-6-7 û 8’an weke dersa bijartî tê dayîn. Par 32 hezar xwendekar dersên Kurdî bijartibûn. Komela Med-Der, ku jibo her temenî dersên Kurdî dide, dibêje ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeya fermî.
Konferansa HUDAPAR'ê a li ser pirsa Kurd û çareserîyan dibe sedema nîqaşan. Hudapar di wê konferasnê de daxwaza mafê ziman û hebûna Kurdan dike û dibêje pêwîste ev maf di destûra bingehîn ya dewletê de bihê cîbicîkirin.
Helbestvan Mizgîn Ronak ku 30 salan di zindanên Tirkiyê de girtî bû û 8 dîwanên helbestan nivsandine, dibêje wê bi rêya nivîsîna helbetsan hest bi berdewamiya jiyanê dikir. Ew ji Dengê Amerîkayê re behsa serbor û girêdana xwe ya bi helbestê ve dike.
Di demekê de ku nîqaşên li ser destpêkirina pêvajoeyeke nû ya jibo çareserîya pirsa Kurd li Tirkiyê di rojevê de ye, Wezareta Navxwe qayûm da ser Şaredarîya Wanê û ev yek li Amedê hate protestokirin.
Wîlayeta Amedê bi behnaya ku "Dê bibe sedema deketina aloziyan di civakê de" bernama bîranîna roja destpêka serhildana Şêx Seîd qedexe kir.
Serokê Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Rêvebirê Partîya Kurdên Welatperwer (PWK) Jano Amedê û şîrovekarê sîyasî îbrahîm Guçlu biryara ENKS ya vekişîna xwe ji Hevbendîya Netewî ya Hêzên Şoreşê û Rikeberîya Sûrîyê (Îtilaf) dinirxînin.
Mîtinaga Aşitî û Azadî ya DEM partîyê li Amedê, li Meydana îstasyonê lidarket. hevserokê DEM'ê Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de got ' Amed ji desthilatê, jiErdogan nexşerêyek zelal dixwaze.''
Du sal bi ser erdheja 6'ê Sibatê re derbas bûn. Bi giştî 53 hezarî zêdetir kes mirin. Li Amedê di saeta erdhêjê de li pêş Apartmana Serîn 2, bi beşdarîya Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û rêvebirên rêxistinên sivîl, merasîma rêzgirtinê bo qurbaniyên erdhejê pêkhat.
Di duyemîn salvegera erdhêjê de li Amedê li navça Baglar bi sedan apartmanên ku ziyaneke giran li ser wan çêbibû, hatin xerakirin. Lê rûniştvanên navçê jiber giraniya jiyanê mecbûr in li taxên xwe vegerîyane û bi jiynek dijwar rûbirû mane.
Helbestvanê Kurd Berken Bereh, 50 salîya helbestvanîya xwe pîroz dike û ji bo wî hejmarek bernameyên pîrozbahîyê hatine lidarxistin. Bereh 78 salî ye, ji bajarê Şirnexê ye, û ji nifşê Kovara Tîrêjê ye ku wek pirekê di navbera helbesta kilasîk û nûjen a Kurdî de tê nasîn
Şanda platformê di serdana Enqerê de, serdana Serokên Giştî yên partîyên Deva, Saadet, Gelecek, CHP û DEM'ê kirine. Herwiha ji Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi Cîgirê Serokê AKP Efkan Ala re civîyane.
Endamê Baroya Stembolê, evûqat Firat Epozdemir bi tawana ‘endamê rêxistina terorê’ hate girtin. Epozdemir Kurd e û endamê Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ye. Lê dozgerî îdia dike HDK di bin sîwana KCK’ê de ye. Baro û komelên hiqûqê li dijî girtina Epozdemir û îdîayên dozgerîyê derdikevin.
Di demên dawîyê de îdiayên êşkenceyê li girtîgehên Tirkîyê zêde dibin. Di vê raportê de jineke Amedî behsa serborîya xwe dike
DEM Partî û DBP jî di nav de, 419 pêkhateyên sîyasî, civakî li Amedê di kombûneke taybet de banga statuya Kurdên Sûrîye kirin. Wan got ku Rêvebirîya Xweser jibo rêvebirina bakurê Surîye sîstema herî baş e, lê, partîyên Kurdîstanî dibêjin ku sîstema federal jibo gelên Sûrîyê modela herî baş e.
Pirtir bar ke