Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Filmê Dijî Îslamê û Xwepêşandinên Dijî Amerîka li Cîhana Misilman


Êrîşbir agir bi konsulxaneya Amerîkî li Bengazî li Lîbyayê datînin
Di her sê rojên dawî de, balyozxaneyên Amerîkî li piranîya welatên Misilman rastî êrîşên tund yên xwenîşanderan hatin. Ev yek derkete holê piştî filmekî ku li Amerîkayê hatiye berhemdan, bêrêztîyê li Pêxemberê Îslamê Mihemed kir.

Di programa vê hefteyê de ya Hello Washington, sê mêvanên delal vê mijara giftûgo dikin. Ligel kuştina Balyozê Amerîka li Lîbyayê, gelek pirs derdikevin holê ku heta kîjan radeyê êrîşbirina ser nûnertîyên diplomatîk bi şêweyekî tund alaveke rast e jibo protestokirinê.

Mêvanên vê xelekê ev in:
- Birêz Ûsama Cemîl, endamê parlemana Îraqê ser bi lîsteya Yekgirtû Îslamî Kurdistan.
- Birêz Merwan Osman, nivîskarê siyasî ku li Almanyayê dimîne.
- Birêz Newzad Hebîb Hewramê, endamê desteya birêvebirinê ya Navenda Selahedîn li bajarê Nashville li Amerîka.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klîk bikin.


please wait

No media source currently available

0:00 0:49:05 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG