Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî li Qeterê Kom Dibe


Hêzên opozisyona Sûrî ya parçebûyî danûstandinên girîng destpê kirine jibo damezrandina bereke yekbûyî da ku pênasîneke navneteweyî wergirin û derfetên xwe bo roxandina Serok Beşdar el-Esed zêdetir bikin.

Çar rojên destpêkê ji Danûstandinên li paytexta Qeterê, Dewha, balê dikişînin ser veguhestina Encûmena Niştimanî ya Sûrî, hêza herî mezin ya opozisyonê, bo hikûmeteke nûner li surgûnê. Rêberên Encûmenê gotin ku tê çaverê kirin grup ji 200 endamî bigihêje 400.

Kombûneke din ya cuda li Dewha tê lidar xistin û ew jî balê dikişîne ser avakirina hevpeymanîyeke yekgirtî ku têde şervanên serhilda û hêzên din yên hundir Sûrîyê cî bigirin.

Kesayetîya bihêz ya opozisyonê Riyad Seyf rêxistineke pêşniyar kiriye ku têde Artêşa Azad ya Sûrî, hêzên herêmî yên çekdar û yekîneyên din yên serhilda ligel desteyên sivîl û kesayetîyên opozisyonê yên navdar dibin yek.

Diplomatekî Rojavayî got ku însyatîfa Seyf ji alî Amerîka, Brîtanya, Fransa û reng e çend welatên Ereb, Qeter û Tirkîyê ve tê piştevanî kirin.

Di alîyekî din ve, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor alîkarî gihand bi sedan sivîlên ku ev çend meh li bajarê Husmê li Sûrîyê asê mane.
XS
SM
MD
LG