Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hagel: Amerîka Bijareyên Leşkerî jibo Sûrîyê Dide Ber Çavan


Wezîrê Bervanîya Amerîka, Chuck Hagel
Wezîrê Bervanîya Amerîka, Chuck Hagel
Wezîrê Beravanîya Amerîkî bi hêz pêşniyar dike ku Amerîka hêzên xwe yên deryayî amade bike, jibo çavdêrîya çi biryarekê ji alîyê Serok Barack Obama hember kirina karekî leşkerî li dijî Sûrîyê piştî bikaranîna çekên kîmyawî li wî welatî.

Chuck Hagel ji rojnamevan re got, dema roja Înîyê diçû Malîzyayê ku Serok Obama daxwaz kiriye Wezareta Berevaniyê ku xwe ji jimareke bijare re amade bikin, eger wî biryarek jibo êrîşekê li ser hikûmeta Şamê stand.

Gotinên wezîrê Amerîkî hatin, piştî karbidestekî berevanîyê got ku Hêza Deryayî ya Amerîkî dê hebûna xwe li nav Deryaya Spî zêdetir bike.

Keştîya Şeşê ya Amerîka, ya ku berpirsa Deryaya Spî ye, hergav li wê herêmê dimîne li şûna ku were bingeha xwe li bendera Norfolk ya wîlayeta Virginia.

Lê belê karbidestên berevanîya Amerîkî dibêjin, wan ti ferman jibo amadekirina çi operasyoneke leşkerî li dijî hikûmeta Esed wernegirtine.
XS
SM
MD
LG