Lînkên eksesibilîtî

BDP: Kesên ku Leşker Revandin Ne PKK Bûn, Gelê Licê Bû


Çar leşkerên ku roja Yekşemê li ser rêya Licê hatibûn revandin, îro berdestê sibê radestê Hevserokên BDP’ê yên Dîyarbekirê Zubeyde Zumrut û M.Emin Yilmaz kirin.

Ajansa Nûçeyan a Doganê bi nûçeyek lezgîn ragihandibû ku 4 leşker ji aliye PKKê ve hatine revandin lê Hevserokên BDPa Dîyarbekirê Zubeyde Zumrut got “Kesên ku leşkeran revandibûn ne serhildayên PKK’ê ne, xelqên Licê ne.”

Hêjayî gotinê heta neha xelqê sivîl leşkeran qet nereavandibûn. Ger iddiaya Zubeyde Zumrut rast be, cara yekê ye li herêmê xelqên sade leşkeran desteser dikin. Zubeyda Zumrut got “Runiştvanên herêmê jiber amadekariyên operasyonên leşkerîyê nerazîbûnên xwe nişan bidin, leşkeran revndine.”

Hêjayî gotinê ye Serokwezîrê Tirikîyê di derbarê revandina leşkeran de gotibû “Hin alîyên ku dixwazin xesarê bidin vê pêvajoyê dibin sedemê van bizavan. Buyera Geverê jî bingeha xwe ji van alîyan digre. Ewê nikaribin me ji vê rêya me bikin û emê vê pêvajoyê bidine dewam kirin. Divê derhal leşkerên me berdin.”
XS
SM
MD
LG