Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis: "Hêvî ji Nefretê Xurttir E, Aştî ji Şer Bihêztir E"


Papa Francis li Dêra Tahîra el Kubra ya li Qereqûşê ya li Musilê 7 Adar, 2021.
Papa Francis li Dêra Tahîra el Kubra ya li Qereqûşê ya li Musilê 7 Adar, 2021.

Rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Katolîk yên cîhanê Papa Francis di bernama xwe ya Îraqê de roja Yekşemê serdana Mûsilê kir da ku başkirina birînên mezhebî teşwîq bike û jibo miriyên ji her olî, dua bike.

Welatî yên Misilman û Mesîhî yên li bajarê Musilê ji Papa Francis re behsa jiyana xwe ya metirsîdar ya di bin desthilatdarîya DAİŞ'ê de kirin.

Papa Francis sonda wan ya ku ewê ji xwelîya rabin pîroz kir u got ku biratî ji birakujiyê domdartir e.

Papayê 84 salî, çû navenda bajêr ya kevn ku berîya dagirkirina DAİŞ'ê ya 2014' an qada sereke ya bajêr bû û herwiha li wir nava xirbeyên xanî û dêrên wêrankirî de gerya.

Sermetranê Keldanî yên Mûsilê, Nejîb Michaeel ji Papa re axifitnek kir û got "Em bi hev re ji binyatîtîya oldarî re dibêjin na. Na ji mezhebperestîyê re û na ji gendelîyê re, " Michaeel got.

Francis, ku bi helîkopterê çû Mûsilê, jibo hemî mirîyên bajêr dûa kirin.

Papa Francis di dema dûakirinê de got ku çiqas zalim û xemgînîye ku ev welat, dergûşa şaristaniyê, bû armanca darbeke ew qas hovdar, perestgehên kevnare hilweşîya û bi hezaran mirov - Misilman, Xiristîyan, Êzîdî û yên din - bi zorê ji cîh û warên wan hatin koçber kirin yan kuştin"Îro, lê, em bawerîya xwe dubare dikin ku biratî ji birakujîyê domdartir e, ku hêvî ji nefretê xurttir e, ku aştî ji şer bihêztir e," Papa got.

Di bernama serdana Papa Francis de ji hêla hêzên ewlehîyê ve pîvanên asta herî bilind ya parastinê têne kar anîn.

Li ser Dewleta Îslamê DAIŞê, Francis got ku hêvî qet bi xwîna ji hêla kesên ku navê Xwedê bo hilweşînê xera dikin were bêdêng kirin.

Piştre wî dûa xwend ku dibêje, her gav nefretkirin, kuştin an şerkirina ser navê Xwedê nerast e.

Francis bi helîkopterê çû herêma Qereqûş ya Xirîstiyanan ku ji alîyê DAIŞ'ê ve hatibû giritn û wan her wiha 4 dêrên li wê heremê wêran kiribûn.

Papa ji bo tevahîya qurbaniyên şer û pevçûnan dûa kir.

Papa Francis piştî wê merasîmê berê xwe da Hewlêrê, paytexta herêma xweser ya Kurdistanê, da ku beşdarî merasîmeke mezin ya olî bû ku bi deh hezaran beşdar bûn.

Di dawîya merasîmê de, bûyera dawîn ya fermî berîya ku ew roja Duşemê vegere Romayê, Francis ji girseyê re got, "Iraq dê her dem bi min re bimîne, di dilê min de".

Wî axaftina xwe bi peyva "selam, selam, selam" (aştî, aştî, aştî) bi erebî qedand.

XS
SM
MD
LG