Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Amerîka Latîn ji Guhertina Qanûnên Amerîka bi Hêvî Ne


Pirsgirêka penaberên ji Amerîkaya Latîn dibe astengiyek ji rêveberiya Biden re, ji ber ku li ser sînorê Amerîka û Meksîko hejmara penaberên dixwazin sinêran derbaz bikin zêde dibe. Rojane nêzîkî 3 hezar penaxwaz digehin sînorê başûrê Amerîka.

Vê hefteyê Cîgira Serok Kamala Harris derbarê pirsgirêka koçberên ji welatên Amerîka Navnedî tên bi Alejandro Giammattei Serokê Guatemala re axiftbû û derbarê çarseriya sedemên koçberiyê gihabûn hind hevhatinan.

Adem Balkçi, parêzerekî koçberiyê li bajarê Sacramento yê wîlayeta California dibêje ku di qanûnên koçberiyê de ti guhertin ne çînebûye, lê belê hejmara kesên ji welatên Amerîkaya Latîn tên zêde dibe, ji ber ku ew bi hêvî ne rêveberiya Biden wan ne vegerîne welatên wan eger ew sînorên Amerîkayê derbaz bikin û dê destûrê ji mana qanûnî re bi destxin bixin.

Amerîka parastina mafê mana demkî daye hin koçberên ji Amerîka Latînî tên, bi taybet welatên ku şer lê heye û rastî karesatên xwezayî hatine, ew koçber dikarin demkî li Amerîka kar bikin.

Adam Balkçî
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:01 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG